'Em dev ji axa xwe bernadin'
- 13:23 15 Cotmeh 2019
- Rojane
Sara Şêx Hesen
HELEB - Jinên Helebê yên ku tevlî çalakiya konê, ji bo piştgiriya gelê Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê hatiye vedan bûne axivîn û gotin: "Bi berxwedana gelê me em ê bi ser bikevin."
Artêşa tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşî Rojava kir. Li Helebê ji bo piştgiriya Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kon hatibû vedan. Konê çalakiyê ev 4 roj in dom dike. Jinên ku tevlî konê çalakiyê bûnin nerazibûna xwe nîşan dan.
'Em dev ji axa xwe bernadin'
Nehle Mustafa armanca çalakiyê nirxand û wiha got: "Em êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser rojava şermezar dikin. Îro em bi vî konê çalakiyê piştevaniya gelê xwe yê Rojava dikin. Ji bo aramî û azadiya xaka me em ê her dem li ser piyan bin û heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin. Em weke gelê Helebê bi can û bi xwîn bi gelê xwe yê Rojava ne. Axa me bi xwîna zarokên me hatiye avdan, em bi hêsanî dev ji axa xwe bernadin."
'Em nahêlin tiştên ku li Efrînê hatî jiyîn, li Cizîrê jî were jiyîn'
Emîne Elo balkişand li ser êrîşên artêşa tirk wiha domand: "Hemû cîhan çavê xwe li hember êrîşên artêşa tirk a dagirker digire. Erdogan bi hemû hêza xwe êrîşî Rojava dike, ji me yek kes jî bimînê em ê xwediyê axa xwe derkevin û nadin dagirkeran. Bi saya şervanên QSD'ê cîhan ji hovitiya DAIŞ'ê xilas bû, lê hemû cîhan vê yekê nabînin û çavên xwe digirin. Lê çidibe bila bibe, em ê bi hemû pêkhateyên xwe li hember dagirkeriyê bisekinin. Em nahêlin tiştên ku li Efrînê hatî jiyîn li Cizîrê jî were jiyîn. Hemû zarok bi destê Erdogan tê qetilkirin. Em bang ji mirovên azadixwaz û aşitiyê diparêzin dikin da ku dengê me bibihîsin."







