Li Mêrsînê HDP'yan li dijî şer çalakî li dar xistin
- 14:13 15 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRSÎN - Bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê li dijî êrîşên li ser Rojava tevî astengiyên polîsan daxuyanî hat dayin. Partiyiyan bi gotina 'Ne me biçin şer asteng bikin' bertek nîşanî polîsan dan.
Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê li dijî êrîşên li ser Rojava tevî astengiyên polîsan daxuyanî hat dayin. Daxuyanî li Parka Zarokên Azad hat dayin. Piştî daxuyaniyê heta avahiya HDP'ê ya Mêrsînê meş hat lidarxistin.
Piştî meşê HDP'yiyên ku hatin ber avahiya HDP'ê ya Mêrsînê bi gotinê "Hûn biçin dizan asteng bikin. Li gor çi û kê sûc e ku em şer nexwazin? Zirara me gihaştiye kê? Kesên ku zirarê didin diyar in."
Piştî dirûşmeyan HDP'î derbasî avahiyê bûn.







