Pervîn Bûldan: Ger armanca we ne dagirkerî be fetha li ser zimanê we çi ye?
- 14:46 15 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Civîna Koma Meclîsê de derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava axivî. Pervînê got:"Ger armanca we ne dagirkerî be fetîha li ser zimanê we çi ye? Hûn diçin axa kê fetih dike? Hûn kê ji welatê kê diqewirîne? Navê vê yekê kaniya xwînê ye. Ka gelo di nav welatê we de aştî heye, hûn dibêjin em ê aştiyê belav bikin? Bi milyonan kes li dijî şer in. Tew jin qet şer naxwazin."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Pervînê, diyar kir ku ew di pêvajoyek pir girîng re derbas dibin û wiha got: “Tirkiyê, di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de, li dijî Bakurê Sûriyeyê dest bi tevgera leşkerî kir. Mixabin îro dîsa gelê me bi pêvajoyak şer û werankirinê re rû bi rû hiştin. Gelên Kurd, Ereb, Êzidî, Suryanî, Elewî û Tirkmen li Bakurê Sûriyeyê bi hevre dijîn û hewl didin pêşerojek hevpar ava bikin. Dagirkeriya ku îro Tirkiyeyê li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye, li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ne meşrû ye. Ne wijdaniye û ne însaniye.”
‘Ger armanca we ne dagirkerî be, wê demê ew çi gotina fethê ye’
Pervînê, da zanîn ku desthilatdarî hewl dide bi gotina xwe ya “Têkoşîna bi terorê re” vê dagirkeriyê meşrû bike û wiha bilêv kir: “Em dizanîn ku ji dîrokê heya niha hûn li dijî Kurdan têdikoşin. Lê vê jî ji bîr nekin; gelê kurd jî, li dijî vê faşîzma me tim têdikoşe û wê heya dawiyê têbikoşe. Ger armanca we ne dagirkerî be, wê demê ew çi gotina fethê ye hûn dibêjin? Her weke ku Serokê Giştî yê AKP’ê jî di axaftinên xwe de jî dibêje ‘Înşellah ev feth di demek kurt de muyeser bibe.’ Ev jî dide nîşan dan ku hewldana xwe ya dagirkiriye îtîraf dike. Em cardin ji vê derê bang dikin û dibêjin axa Bakurê Sûriyeyê ne malê bavê we yê tapû kiriye.”
‘Têkoşîna Hevrîn Xelef ew ê ji bo jinan bibe ronahî'
Pervînê, da zanîn ku di êrîşan de mirovên sivîl jiyana xwe ji dest didin û wiha domand: “Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, dibin berpirsiyariya dewleta Tirk de, ji aliyê çetêyan ve li ser rêya navneteweyî hat qetilkirin. Suîkast lê kirin. Hevrîn Xelef jin bû. Bê çek bû. Sîvîl bû û siyasetmedarek bû. Ev ne tesadufe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya jinan jiyana azad û wekhev hat avakirin. Belê di hedefa êrîşan de jin jî hene, têkoşîna azadiya jinan jî heye. Bîranîna Xelef wê têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê mezintir bike û ji bo jinan bibe ronahî.”







