Di topbarana li ser Qamişloyê de, 3 sivîl birîndar bûn

  • 19:35 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk û komên girêdayî wê bajarê Qamişloyê topbaran kir û di encamê de, 3 sivîl birîndar bûn.
 
Artêşa tirk û komên girêdayî wê ji saet 16:30'an de taxên bajarê Qamişloyê ku bi hezaran sivîl tê de hene, topbaran  kir.
 
Topbaran taybet li taxa Qinat Siwês û Meyselûn hat kirin û di encamê de, zaroka bi navê Reha Fehed Îbrahîm Misirî (8), Nîdal Mihemed Zekî û Mihemed Salih Abdullah birîndar bûn.
 
Her wiha çend top li Qamişlo ketin, lê neteqiyan. Hêzên Ewlehiya Hundirîn dest bi rakirina wan topan ji nava bajar dikin.