Nora Circis ji bo êrîş rawestin name ji hemû jinên cîhanê re şand

  • 20:53 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
LUBNAN - Berpirsa Baskê Jinê ya Partiya Suryanî, Nora Circis ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava raweste, nameyek ji hemû jinên cîhanê re şand.
 
Berpirsa Baskê Jinê ya Partiya Suryanî, Nora Circis ji hemû welatên cîhanê û rêxistinên jinan re nameyek şand û daxwaz kir ku hemû welat û jin ji hukumeta xwe re zextê bikin da ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê raweste.
 
Di berdewamiya nameyê de Nora wiha got:"Ez nameyekê ji hemû welatên cîhanê û rêxistinên jinan re dişînim ku zextê li ser hukûmetên xwe bikin da ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê rawestandin. Dewleta tirk bi hevkariya çeteyên DAIŞ'ê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Êzîdiyan bi taybet  di derheqê zarok û jinan de sûc dike. Hemû cîhan dizane ev sûcê dewleta tirk giran e.  Bila komkujiyên mîna Sefo ya di sala 1915'an de li dijî gelên Ermenî û Suryanî pêk hatin neyên dubarekirin. Ez ji Erdogan re dibêjim, çiqas êrîş û komkujiyan pêk bîne û jin û zarokan qetîl bike jî em ê bi ser bikevin."