Hevşaredarên Nisêbîn û Geverê hatin girtin
- 21:03 17 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN/COLEMÊRG - Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût û her wiha yên Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar hatin girtin.
Li Nisêbîn a Mêrdînê, polîsan di 15'ê Cotmehê de avêtibû ser malan. Di serdegirtina malan de hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût û endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Emîn Alkan hatibûn binçavkirin. Her sê kes îro sewqî edliyeyaê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Alkan hat berdan, lê belê hevşaredar Semîre û Ferhat bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Dadgeriyê bi heman îdiayê Semîre û Ferhat girtin.
Hevşaredarên Şaredariya Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar hatin girtin
Di 15'ê Cotmehê de polîsan li navenda Colemêrg û Geverê avêtibûn ser malan. Li Geverê di avêtina ser malan de hevşaredar Îrfan Sari û Remziye Yaşar jatibûn binçavkirin. Piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî û beyanên şahidên nepen, hevşaredar bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tawanbar kirin û girtin.







