Heyeta Amerîkayê: Tirkiye û ABD ji bo agirbestiyê li hev kirin
- 21:28 17 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta ABD'ê di encama hevdîtina bi wezîr û serokkomar e da zanîn ku wan di derbarê agirbestiyê de bi Tirkiyeyê li hev kiriye. Her wiha heyetê da zanîn ku ew ê 120 saet navber ji bo tevgerê bê dayin.
Hevdîtina derbarê êrîşên li ser Rojava ya di navbera heyeta Emerîkayê û Tirkiyeyê de bi dawî bû. Piştre Alîkarê Serokê ABD'ê Mike Pence û Wezîrê Karê Derve yê ABD'ê Mike Pompeo daxuyanî dan. Mike Pence wiha got:"Hefteyek berê hêza Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bû. Îro Trump û Erdogan ji bo agirbestiyê li hev kirine. Ew ê 120 saet navber ji bo tevgerê bê dayin da ku ABD hewil bide ku YPG'ê ji herêma ewle derxe."
Her wiha Mike anî ziman ku dema agirbestiyek mayinde bê kirin ew ê danekirinên nû li ser tirkiyeyê neyê ferzkirin.







