'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye jin xwedî li şoreşa xwe derdikevin'

  • 21:30 17 Cotmeh 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Jinên ciwan ên taxa Şêx Meqsûd ên bajarê Helebê bertekên xwe ji bo êrîşên dewleta tirk nîşan dan û gotin: "Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye, em ê jî xwedî li şoreşa xwe derkevin."
 
Artêşa tirk di 9'ê cotmehê de êrîşî herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Jinên ciwan ên taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, dan zanîn ku ew tu carî li dijî êrîşan bêdeng neman û ew ê bêdeng nemînin.  
 
'Dê êrîş vala derkevin'
 
Bêrîtan Îbiş wiha got: "Em êrîşên dewleta tirk ên li ser gel şermezar dikin. Armanca Erdogan ew e ku çawa Efrîn dagir kiriye, dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dagir bike. Em weke jinên ciwan amadene biçin Cizîrê û di çeperên şer de û li hember dagirkeriyê bisekinin. Em hêza herî mezin ji şervan û gelê xwe digirin. Erdogan dibêje em zarok û sivîlan qetil nakin, lê belê yên herî zirar dîtin jin û zarok in."
 
'Em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin' 
 
Ronahî Osman wiha got: "Em weke civaka kurd bi salan e li hember hemû cureyên êrîşan li berxwe didin. Yên ku dixwazin dawiya me bînin, nikarin ji ber ku em weke çemekî dirêj ji dîrokê her dem diherikin. Artêşa tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî me dike, lê êrîşa wê nikare berxwedana me têk bibe. Îro berxwedana jina kurd li Rojava destan dinivîsîne, serî hildaye û li hember faşîzmê şer dike. Em jî weke jinên ciwan soza ku me daye têkoşerên azadiyê em ê pê soza xwe bin û doza xwe her dem zêdetir mezintir bikin. Daxwaza têkoşerên azadiyê, welatekî azad e. Em ê jî xeyalên wan bi cîh bînin."
 
'Werin em bi yek dengî tîlîliyên serkeftinê bi hemû cîhanê bidin bihîstin'
 
Hêvî Bereket berxwedana gel nirxand û wiha pê de çû: "Erdogan nikare parçeyek ji axa me bigire. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê li hember dagirkeriyê li berxwe bidin. Dem dema yekbûna gelê kurd e. Em ê destê xwe bidin hev û vê dagirkeriyê bi hev re têk bibin. Ji bo ku em bikaribin dagirkeriyê têk bibin, werin em bi yek dengî tîlîliyên serkeftinê bi hemû cîhanê bidin bihîstin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye jin xwedî li şoreşa xwe derdikevin."