ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2019'AN
- 09:00 18 Cotmeh 2019
- Rojev
*Dayikên temenmezin girîngiya avakirina yekîtiya kurdan nirxandin. Dayikan gotin: "Êdî bes e dijmin me parçe dike, eger em nebin yek, em ê herin yek bi yek." DÎMEN HEYE
*Jinên Rojnemevan ên Herêma Şehbayê, derbarê êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina rojnemevanên çavê rastiyê nêrîna xwe anîn ziman û gotin:"Ragihandina rastî û heqîqetê hêza civakê ye. Çavê rastiyê divê neyê girtin. Çeka rojnemevan derxistina rastiya hovîtiya dewleta tirk be."DÎMEN HEYE
*Dayikên Kobanê ji bo parastina gel û welatê xwe çek hilgirtin, di xetên pêş ên şer de cih digirin û axa xwe diparêzin. Dayikên Kobanê axivîn û gotin: "Me weke gelê Kobanê di berê de bedelên giran ji bo axa xwe daye. Heta yek ji me bimîne em dev ji Kobanê bernadin."
DÎMEN HEYE
*Jinên bajarê Til Temirê li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser gundewar û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Me biryara berxwedanê daye û em ê rê nedin komkujiyek din pêk werin."DÎMEN HEYE
*Zarokên ku ji ber sedema êrîşên dewleta tirk ji dibistanên xwe qut bûne û nikarin biçin dibistanan, axivîn hêrs û hêviyên xwe anîn ziman û gotin: "Em bi hêviyek mezin li benda vebûna dibistana ne. Ji bo ku em waneyên xwe yên ku di nêvî de mane bidomînin."
DÎMEN HEYE
* Derhênera Belgefîlm a bi navê ‘Mirin dikeve kîjan alî host e’ ku 4 komkujiyên ku DAIŞ’ê li Tirkiyeyê pêk anî vedigot, Gul Buyukbeşe wiha got: “Em ji ber xwe nabêjin. Tirkiye di polîtîka Sûriyeyê de bi DAIŞ’ê re di dan û stanê de ye.”DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, ‘pêşnûmeya qanûna îstîsmarê’ ya ku bi bertekên jinan şûnde hatibû kişandin û ji nû ve di pakêta darazê ya duyemîn de cih digire, nirxand û wiha got: “Hewl didin ji hawira şer fêdeyê bigirin, bi awayekî bêdeng derbas bikin. Ev jî berdewamiya nêzîkatiya desthilatdariyê ya ‘ji carekê tiştek nabe’ ye.”
*Girtiya nexweşa pençeşêrê û rapora wê ya ji sedî 86 astengdar e heye, Mevlude Başdaş, divê emeliyat bibe lê ji bo emeliyatê nahêlin, îmzeya pêwist bê avêtin.DÎMEN HEYE
*Li Tirkiyeya ku sê sale di krîza aborî de ye, gel êdî nikarin hewcedariyên xwê yên sereke bigirin û her wiha welatiyan bertekên tund nîşan dan û gotin: “Pereyê ji me tê birîn, pê çek tên girtin û li me dixin.”DÎMEN HEYE
* Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, şerê ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin nirxand û wiha got: “Li vî welatî çareserî bi birêz Ocalan pêkan e. Ya ku bi Kurdan bide qezenckirin, Yekitiya Neteweya Kurd e.”
* Dayikên navçeya Hezexê, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin şermezar kir û banga "Dem dema berxwedanê ye" kirin. DÎMEN HEYE
*Jinên Efrîn yên ku li kampa Serdem a Şehbayê bi cih bûne di derbarê êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn û wiha gotin: "Em şer naxwazin, em aşîtî û azadiyê dixwazin. Êrîşên dewleta Tirk xeteriya belavkirina DAIŞ’ê careke din zindî dike." DÎMEN HEYE
* Jinên Tirkmen ên li Şehbayê dijîn bilêv kirin ku êrîşên dewleta tirk li ser Rojhilatê Firatê daxwaza tunekirina wekhevî û yekbûna gelane û wiha gotin: "Ji bo parastina ax û zarokên xwe em ê şer bikin. Em dev ji axa xwe bernadin." DÎMEN HEYE







