Rojnemevanên jin: Rojnamevan çavên heqîqeta civakê ne loma dibin hedef
- 09:03 18 Cotmeh 2019
- Rojane
Ferîde Zade
ŞEHBA - Rojnemevanên jin ên Herêma Şehbayê, derbarê êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina rojnemevanên çavê rastiyê nêrîna xwe anîn ziman û gotin:"Ragihandina rastî û heqîqetê hêza civakê ye. Çavê rastiyê divê neyê girtin. Çeka rojnemevan derxistina rastiya hovîtiya dewleta tirk be."
Êrîşên dewleta tirk ji 9'ê cotmehê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Heta niha bi êrîşan bê navber sivîl hedef tên girtin û her kesî para xwe jê girtiye. Di nava vî şerê dijwar de ragihandina çavê heqîqetê rewşa wan ji ya herêmê ne dûr e. Dewleta tirk ji bo çavê rastiyê bigire û dengê rastiyê bifetisînê rojnemevanan hedef digire. Heta niha di nava vî şerî de 2 rojnemevanan jiyana xwe ji dest dane û gelek jê birîndar in. Em dikarin bêjin ne tenê çepemeniya kurd tê hedefgirtin ragihandinên din ên ku berê xwe dane herêmê ji bo şopandinê, gelek ji wan ji aliyê dewleta tirk ve hatin binçavkirin. Têkildarî mijarê jinên rojnemevan ên Herêma Şehbayê êrîşên li ser rojnemevana şermezar kirin û nêrîna xwe ji me re parve kirin.
'Rojenemevanan rastiya hovîtiyê ji tevahî dunyayê re ragihandin'
Nûçegîhana Ajansa Hawarê Mizgîn Hemo, derbarê hedefgirtina rojnemevanan de wiha dibêjê: "Dema me got em ê bibin rojnemevan me erkekî pîroz hilgirte ser milê xwe û me soz da em bibin çavê rastiya êşa gelê xwe. Ji dîroka bê bext heta niha gelê me bi qirkirinê re rû bi rû maye. Ev demeke êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Şerê tunekirina mirova ye. Hevalên me yên rojnemevan di êniyên pêş de rastiya hovîtiya dewleta tirk ji tevahî dunyayê re ragihandin û di encamê de gelek ji wan hatin hedefgirtin. Em vê hovîtiya li ser rojnemevanan şermezar dikin. Çavên rastiyê divê neyê girtin. Divê rojnemevana azad li pey bûyeran birevin û tu kes wan neke hedef. "
'Rojnamevan çavê heqîqeta civakê ne ji bo wê dibin hedef'
Nûçegîhana Jin TV Buşra Elî bal kişand ser bedelên ku ji şeran dibin xwedî par û bê sûc tên qetilkirin û wiha got: "Di heqîqeta şerê civakan de her tim mirovên bê sûc dibin qurbanî. Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker jî me dît çawa jin û zarok bê sûc tên qetilkirin. Erdogan nirxê mirovan binpê dike û dixwaze derbeyekê li vîn û şoreşa jinan bixe. Em wekî jinên rojnemevanên şoreşê, qebûl nakin bê deng bimînin. Rojnamevan çavê heqîqeta civakê ne ji bo wê dibin hedef."
'Çeka rojnemevan derxistina rastiya hovîtiya ne'
Buşra di nav gotinên xwe de destnîşan kir li taybetmendiyên şoreşa rojnamevaniyê û wiha domand: "Di nava şerê li Efrînê dîsa ji rojnemevan dibûn armanca dewleta tirk. Di teybetmendiya rojnamevan welatparêz de, ruhê şoreşgeriyê heye. Rojnamevan divê wijdan û exlaqê xwe di ragihandina bûyerê de bimeşîne. Ger ku rojnemevan bê wijdan be, wê çaxê tu wateya navê rojnemevaniyê ji bo wî tune ye. Divê çeka rojnemevan derxistina rastiya hovîtiya dewleta tirk be."
'Esasê dewleta tirk li ser xwîna mirovan hatiye avakirin'
Nuçegihana Ronahî TV Zeyneb Berket wiha qala armancên êrîşên dewleta tirk dike: "Dewleta tirk gelek komkujî derheqê gelê sivîl de pêk anî. Dîroka dewleta tirk û esasê wê li ser xwîna mirovan hatiye avakirin. Bi hincetên tunekirina terorê tirkiye dunyayê bi pilanên xwe dixapîne û dibe xwînmijê osmaniya demê. Ger îro weke rojnemevan em vê rastiyê nedin ber çavê xwe, wê Erdogan gelê me tune bike. Erdogan naxwaze hovîtiya hikûmeta wî derkeve holê, loma êrîşî rojnemevanan dike. Em wek rojnemevan dildarên xeta cangorîyên xwe ne û çavê êş û azarê gelê xwe ne û heta dawiyê em ê li pey rastiyê bin."







