Dayikên Kobanê welatê xwe diparêzin
- 09:06 18 Cotmeh 2019
- Rojane
Xeznê Celal
KOBANÊ - Dayikên Kobanê ji bo parastina gel û welatê xwe çek hilgirtin, di xetên pêş ên şer de cih digirin û axa xwe diparêzin. Dayikên Kobanê axivîn û gotin: "Me weke gelê Kobanê di berê de bedelên giran ji bo axa xwe daye. Heta yek ji me bimîne em dev ji Kobanê bernadin."
Ji 9'ê Cotmehê ve artêşa tirk Rojava bombebaran û topbaran dike. Li hember van êrîşan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo parastina gelê herêmê, parastina xwe ya rewa dikin. Dayikên ji Kobanê di xetên pêş ên şer de cihê xwe digirin, parastina gel û welatê xwe dikin.
Dayikên ku parastina axa xwe dikin, nêrînên xwe parve kirin.
'Em ji tank, top, balafir û êrîşên artêşa tirk natirsin'
Dayika Efaf Ehmed armanca rakirina çekê wiha anî ziman: "Dewleta tirk a dagirker êrîşî me dike. Îro ez hatim ji bo parastina gelê xwe bikim. Li rex ciwanan min çek rakiriye ji bo parastina axa xwe bikim. Me weke gelê Kobanê di berê de bedelên giran ji bo axa xwe daye, heta yek ji me bimîne em dev ji Kobanê bernadin. Heta dilopa xwîna me ya dawiyê em ê li ber xwe bidin û tu carî li hember dijmin serê xwe natewînin. Em ji tank, top, balafir û êrîşên dewleta tirk a dagirker natirsin. Tenê di destê me de mermiyeke bimîne dîsa em ê li ber xwe bidin û parastina axa xwe bikin ji ber ku axa me namûsa me ye."
'Ji bo parastina jin û zarokan em li xetên pêş in'
Dayika Şêrîn Omer jî destnişan kir ku ew parastina ax û gelê xwe dikin û wiha domand: "Em di Kobanê de li hember êrîşên artêşa tirk parastina xwe û gelê xwe dikin. Ji ber dewleta tirk a dagirker welatê me dagir neke em diparêzin. Em ê heta dawiyê di Kobanê de li ber xwe bidin û dev jê bernadin. Gelo Erdogan çi ji me dixwaze? Tiştekî Erdogan li vir tune ye. Em dixwazin dewleta tirk êrîşên xwe bide rawestandin. Em ê heta dawiyê li pêş Erdogan bisekinin. Di Kobanê de bi sedan jin û zarok hene jiyana wan di xeteriyê de ye ji ber vê yekê em li Cebhan di xetên pêş de cihê xwe digirin ji bo parastina gelê xwe."







