Jinên Til Temirê: Yekîtiya gelan dê êrîşan têk bibe
- 09:09 18 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Jinên bajarê Til Temirê li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser gundewar û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Me biryara berxwedanê daye û em ê rê nedin komkujiyek din pêk werin."
Dewleta Tirk ji 9'ê Cotmehê heta vê kêliyê bajar û gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike, di encamê de Hêzên QSD'ê bersivên tund dide. Derbarê hedefgirtina gundewarên Til Temirê de jinên pêkhateyên Aşûr û Ereb nêrînên xwe parve kirin.
'Da ku Sîmêl û Sêfo dubare nebe pêwîst e dagirkerî raweste'
Welîda Davêd Biraham a ji netewê Aşûrî ye û li Til Temirê dijî wiha dibêje: "Gelê Aşûrî rastî gelek komkujiyan ji aliyê Osmaniyan û dewleta tirk a dagirker ve hatin. Di encamê de bi hezaran Aşûriyan jiyana xwe ji dest dane. Êrîşa ku li ser Gelê Kurd di heman demê de li ser Ereb, Aşûrî û Suryaniyan e jî. Da ku komkujiyên Sêfo û Sîmêl der heqê Aşûrî û Ermeniyan de neyê dubarekirin pêwîst e ku civaka navneteweyî êrîşên dewleta tirk rawestîne."
'Teqez e wê berxwedana me bi ser bikeve'
Dayika Kurd Emîne Baravî jî wiha dibêje: "Gelê Kurd her rastî qirkirinê hatine, lê li hember hemû rengê êrîş û komkujiyan berxwedan û têkoşîn dewam dike. Îro jî em di pêvajoya hebûn û nebûnê re derbas dibin. Teqez e ku gelê Kurd û hemî netewên din wê bi îrade û hêza xwe ya leşkerî bi ser bikeve."
'Yekîtiya Kurd, Ereb û Aşûriyan dê dagirkeriya tirk têk bibe'
Yek ji jinên Ereb Reşa Elo jî got yekîtiya me wê hemî pilanên dagirkeriyê vala derbixîne û wiha dom kir: "Em bi rengekî aram û ewle li bajarê xwe dijîn. Tu ferq di navbera me û netewên din de tune ye. Bi salan e em birînên xwe bi hev re dipêçin. Niha jî em ê bi hev re dagirkeriyê ji ser xaka xwe derbixînin. Erdogan dixwaze netewên vir qir bike û demografiya vir bide guhertin. Em ê jî rê nedin wan ku rêxistina me xirab bikin û êrîşên xwe pêk bînin. Yekîtiya gelan dê dagirkeriyê têk bibe."







