Zarokên Kobanê: Em li hêviya vekirina deriyê dibistanên xwe ne
- 09:12 18 Cotmeh 2019
- Rojane
Dilûcan Bozî
KOBANÊ - Zarokên ku ji ber sedema êrîşên dewleta tirk ji dibistanên xwe qut bûne û nikarin biçin dibistanan, axivîn hêrs û hêviyên xwe anîn ziman û gotin: "Em bi hêviyek mezin li benda vebûna dibistana ne. Ji bo ku em waneyên xwe yên ku di nêvî de mane bidomînin."
Piştî ku dewleta tirk li bajarê Efrînê bi cih bû û şûnde vê carê jî berê xwe da herêmên Firat û Cizîrê. Armanca dewleta tirk ew e ku Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi awayek giştî bike binê kontrola xwe. Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk dest bi êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê kir û şûnde ji ber sedemên şer dibistan hatin girtin û zarok nikarin bi awayekî ewle jiyana xwe bidomînin. Di encama şerên ku diqewimin de gelek jin, zarok û gel jiyana xwe ji dest dane. Zarokên Kobanê ku nikarin biçin dibistanê û bi awayekî bê tirs li kolanên bajarên xwe lîstokên xwe bileyîzin hestên xwe parve kirin.
'Wê kes nikaribe axa me dagir bike'
Zarokê bi navê Armanc Etî diyar kir ku dewleta tirk nikare wan ji axa wan qut bike û wiha got: "Beriya dewleta tirk êrîşî welatê me bike em di nava jiyanek bi ewle de bûn. Lê piştî faşîzma dewleta tirk dest bi şer kir em ji xwendinê dûr ketin. Hêviya me ew e ku şervanên QSD'ê wê bi ser bikevin û careke din em ê vegerin dibistanên xwe û xwendina xwe temam bikin."
'Em mafê xwe dixwazin'
Zarokê bi navê Mihemed Nebî axivî û wiha got: "Ez dixwazim dibistanên me bên vekirin û em xwendina xwe temam bikin. Her roj serê sibehê em û hevalên xwe me berê xwe didan dibistanê û piştî wê me li kolanan lîstok dilîstin, lê niha ne wisa ye em ji hev du dûr ketine. Ma me çi ji dewleta tirk kiriye ku me zarokan dikuje. Ez dixwazim şer bê sekinandin."
'Çavên me li vekirina dibistanê ye'
Her wiha zarokê bi navê Alan Nebî jî axivî û got: "Her tim ên ku di şeran de tên kuştin em zarok in. Her wiha weke Gelê Kurd em di hemû şeran de têne tunekirin. Hem di aliyê bedenî de hem jî di aliyê, çand û ziman de em têne tunekirin. Lê wê kes nikaribe axa me dagir bike ji ber ku ev ax, axa me ye."
'Em dev ji zimanê xwe bernadin'
Zaroka bi navê Rewşen Nebo wiha axivî: "Em dixwazin dibistanên me bên vekirin weke berê, em zarok hemû bi hev re herin dibistanên xwe û bi zimanê xwe dersên xwe bibînin. Em naxwezin careke din koçber bibin û dev ji xwendina xwe berdin."
'Dewleta tirk dixwaze jiyana me bike dojeh'
Di dawiyê de Xunav Baqî û Xelat Baqî wiha gotin: "Ji ber encamên şerê qirêj dibistanên me hatin girtin û em ji xwendina xwe dûr ketine. Em ê careke din deriyê dibistanên xwe vekin û bi hev re bixwînin. Ji ber êrîşên dewleta tirk em nikarin ji malên xwe derkevin û li kolanan bilîzin. Malên me hilweşandin. Heta kengî wê jiyana me wisa be? Em naxwazin şer çêbibe û em bên kuştin. Dewleta tirk a dagirker dixwaze jiyanê li me bike dojeh."







