Ebru Gunay: Ya bi Kurdan bide qezenckirin yekîtiya netewa Kurd e
- 09:25 18 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, şerê ku Tirkiyeyê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin nirxand û wiha got: “Li vî welatî çareserî bi birêz Ocalan pêkan e. Ya ku bi Kurdan bide qezenckirin, Yekitiya Neteweya Kurd e.”
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay êrîşên Tirkiyeyê ya ku li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin roja 9’emîn li pey xwe hişt nirxand û destnîşan kir ku AKP di qada navneteweyî û polîtîka xwe ya hundir de ketiye tengasiyê û ji ber ve jî operasyonê ji xwe re hêvî dibîne û her wiha got Kurd bi riya tifaqê dikarin vê rewşê veguherin destkeftiyê.
‘Ne xwedî projeyek ku aştî û aramiyê bîne’
Ebruyê daxuyakirin ku AKP ji şer û pervçûnan xwedî dibe û wiha berdewam kir: “AKP ne xwedî projeyeke ku aştî, aramiyê bîne ji civakê re. Ji 2002’an heta niha desthilatdar e. Partiyeke ku nikare hilberîne û biafirîne ye. Tenê li ser şer xwe xwedî dike.”
Ebruyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hember Kurdan û ji bo daxuyaniya rayedarên AKP’ê ya ku her tim tê ziman a weke ‘pirsgirêka me bi Kurdan re tune ye’ û wiha got: “Ev çavsoriya tê kirin jî tê wateya ku zexta rayagiştî ya derve û hundir bişîkînin. Hewl didin bertekên Kurdan daxînin asta herî jêr.”
‘Çareserî bi Birêz Ocalan pêkan e’
Ebrûyê bal kişand ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û peymanê Abdullah Ocalan ên weke ‘lihevkirina civakî ya kûr’, ‘siyaseta demokratîk’, ‘Pirsgirêka Tirkiye û herêmê bi alavên şîdetê ya fîzîkî nayê çareserkirin’ bi bîr xist û wiha pê de çû: “Tevî hemû êrîş û neyîniyan, Abdullah Ocalan xeta xwe ya aştiyê parast. Ger li vî welatî çareseriyek pêk bê ev bi saya birêz Ocalan e. Bangên Birêz Ocalan derfetek mezin e. Lê AKP şer tercîh dike.”
‘Cîhan polîtîkayên şer ên AKP’ê qebûl nake’
Ebruyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “AKP êdî zêde nikare bi şer welat bi rê ve bibe. Cîhan jî êdî polîtîkayên şer ên AKP’ê qebûl nake. Naxwazin bibin hevkarê sûcên şer ê AKP’ê.”







