Dayikên li Hezexê bertek nîşanî êrîşan dan

  • 09:27 18 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Dayikên navçeya Hezexê, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin şermezar kir û banga "Dem dema berxwedanê ye" kirin. 
 
Nerazîbûnên li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin. Dayikên navçeya Hezexê ya Şirnexê, têkildarî mijarê bertekên xwe nîşan dan û ji bo gelê kurd peyama "Ji bo sekinandina şer rabin li ser piyan" dan.
 
'Bi salane em doza aştî û azadiyê dikin'
 
Dayika bi navê Rabîa Vesek, xwest ku êriş êdî bi temamî bi dawî bibin. Rabia, bi lêv kir ku di şer de herî zêde jin û zarok tên kuştin û wiha axivî: "Îktîdara AKP’ê bi salan e êrîşê gelê kurd dike û me dikuje. Armanca AKP’ê parçekirin û tunekirina me ye. Lê belê heta damlek xwîna me hebe em ê li ser lingên xwe bisekinin û li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe û berxwedana wan bin.” 
 
Rabîa, bo sekinandina şer divê gelê kurd rabe li ser piyan û diyar kir ku ger ew îro dengê xwe bilind nekin dê zêdetir kes bên kuştin. Vesek, ev tişt gotin: “Em bang Erdogan dikin ku bila were ser maseyê û fermana aştiyê ava bikin. Em bi salan e doza aştî û azadiyê dikin. Em azadiyê dixwazin. Bi salan e em li ber xwe didin û tu carî xilas nebûn. Em ê tu carî serê xwe li ber vê îktîdarê natewînin."
 
‘Dengê xwe bilind bikin'
 
Dayika bi navê Zumrete Çakil jî  got ku: "Ev ne ax û welatê Erdogan e."  Zumrete da zanîn ku ew naxwazin zarokên tu aliyan jiyana xwe ji dest bidin û bertekên xwe wiha anîn ziman: "Ji ber ku îro em dayik hemû yek in. Ev şerê ku li Rojava hatiye destpêkirin em şermezar dikin. Em bang hemû gelê kurd dikin ku li hember vî şerî dengê xwe bilind bikin û rabin li ser piyan. Ger ku em îro ranebin li ser lingan dê pêşî were serê min dê piştre jî were serê kesên din. Dem dema berxwedanê ye.”
 
'Em daxwaza azadiyê bernadin' 
 
Dayika bi navê Hayat Uca jî li ser giringiha ser sekinandina şer û helwesta li dijî şer sekinî. Hayat, ev tiş gotin: "Îro zarokên ku tên kuştin zarokên hemûyan e. Şer û berxwedana me ya niha jî ji bo azadî, aştî û wekheviyê ye. Em ê heta dawiyê li pey zarokên xwe û doza xwe bin. Heta em kurdek jî bijîn em ê ji bo azadiyê bang bikin. Şerê me bi salan bidome jî em ê dev ji xwesteka xwe ya azadiyê bernedin. Em bang gel dikin ku rabin li ser piyan. Ji bo ev şer bisekine divê em berê xwe bidin Rojava.”
 
'Şereke dijwar heye'
 
Dayika bi navê Halîme Hazar jî ramanên xwe wiha anîn ziman: "AKP çend salên dawiyê berê xwe daye Rojava û li wir şerek dijwar daye destpêkirin. Erdogan îro hovitiyek pêk tîne. Erdogan bi salan e bi xwîna gelê kurdan li ser lingan maye. Şerê ku li Rojava destpê kiriye bandorê Nisêbînê jî kir. Heta niha gelek kesan jiyana xwe dest da. Îktîdar bi xwe dike, lê davêje histûyê me kurdan. Îktîdara AKP’ê îktîdarek hov e."