'Ji bo hebûn û axa xwe em têdikoşîn'
- 09:28 18 Cotmeh 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrîn yên ku li kampa Serdem a Şehbayê bi cih bûne di derbarê êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn û wiha gotin: "Em şer naxwazin. Êrîşên dewleta Tirk xeteriya belavkirina DAIŞ’ê careke din zindî dike."
Dewleta tirk a di 9'ê Cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li hemberê êrîşên dewleta tirk, gelê Bakur Rojava berxwedanek pir mezin nîşan dan. Gelê li Rojava dijîn dengê xwe bilind kirin û li hember êrîşan li ber xwe didin. Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne bi amanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê, bertekên xwe nîşan dan.
'Gelê Kurd rabin û li dijî êrîşan serî hildin'
Jiniviyan Mihamed diyar kir ku êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya komploya navnetewiye û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker Efrînê dagir kir, îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din dagirkeriya xwe zindî dike. Dewleta tirk a dagirker bi hinceta koçberên ku Tirkiyê bi cih bûne bîne vir, êrîşî xaka me dike. Em ê jî wek gel li ber xwe bidin û nahêlin tiştên ku li Efrînê çêbûye li vir jî dubare bibe. Gelê me li vir bi aram û azad li ser xaka xwe dijiyan. Ev êrîş nîşan dide ku Erdogan DAIŞ'ê carek din zindî dike. Em weke gel roja êrîş despêkiriye heya roja îro bangawaziya hemû dewletan dikin da ku êrîşên dagirkeriyê li ser xaka me bidin rawestandin. Lê mixabin tu dewlet dengê xwe nekirin, yên ku di çapemeniyê de axivîn, di pratîkê de tiştek nîşan nedan. Em tenê bang Gelê Kurd dikin bi taybe gelê Bakurê Kurdistanê dijîn rabin, xwedî li Rojava derkevin û li dijî êrîşan serî hildin."
'Li dijî êrîşan berxwedaniya gel didome'
Emîne Bekîr bertekên xwe li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker nîşan da û wiha domand: "Em êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin. Îro dagirker bi hemû hêza xwe ve êrîşê me dike, dimin di bin navê tiştên cuda de êrîşî gel dike û jin û zarokan qetîl dike. Îro li vir zarok û jin tên qetîl kirin hemû dewlet bêdeng dimîne. Gelê Kurd ruxmê hemû êrîşan berxwedan dike û tucaran li hember dagirkeriyê bêden namîne."
'Ji bo hebûn, ax û welatê xwe em ê têkoşîn bikin'
Meryem Şêxo êrişên dewleta tirk a dagirker şermezar kir û wiha pêde çû: "Îro Gelê Kurd cardin hat hedef girtin, em êdî şerê li ser Gelê Kurd qebûl nakin. Armancê Erdogan tunekirina Kurdan e. Lê bila Erdogan jî baş bizanibe em kurd şiyar bûn û tune nabin. Ji bo hebûn, ax û welatê xwe em ê şer bikin têkoşîn bikin û mafê xwe bixwazin. Bi sedan gelê me û zarokên me qetîl kirin, em ê jî tola van zarok û jinan hilînin."







