Şêniyên Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve diçe
- 10:31 18 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKE - Şêniyên herêma Cizîrê di van kêliyan de ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçin ku alîkariya şêniyên bikin û sivîlên birîndar derxînin.
Karwanên şêniyên herêma Cizîrê di van kêliyan de ber bi bajarê Serêkaniyê ku ji aliyê artêşa Tirk a û çeteyên ve hatiye dorpêçkirin, da ku sivîlên birîndar ku di encama topbarana artêşa Tirk de birîndar bûne, derxînin.
Duh bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê berê xwe dabûn bajar Serêkaniyê, lê artêşa Tirk qanûnên navdewletî yên der barê sivîlan de bin pê kir û karwan topbaran kir. Ji ber metirsya ku dîsa komkujî çênebin, şênî paşde vegeriyan.
13`ê Cotemhê jî artêşa Tirk a dagirker karwanê şêniyan herêma Cizîrê bombebaran kir û komkujiyek pêk anî. Di encam wê de 13 sivîl di nav de 2 rojnamevan şehîd bûn her wiha zêdeyî 70 sivîlên din di nav de 7 rojnamevan, birîndar bûn.







