Yekîtiya Ewropayê daxwaza vekişandina leşkerên Tirk kir
- 10:38 18 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên Yekîtiya Ewropayê êrîşên dewleta tirk careke din şermezar kirin û ji Tirkiyeyê xwest ku yekîneyên xwe yên leşkerî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne.
Di roja destpêkê ya civîna bilind a rêveberên Yekîtiya Ewropayê de deklarasyonek der barê êrîşên arteşa Tirk de weşand. Di deklarasyonê de hate gotin: "Konseya Ewropa daxuyaniya DYE û Tirkiyeyê ya ji bo rawestandina operasyonên leşkerî not dike. Konseya Ewropa careke din bang li Tirkiyeyê dike ku hewldanên xwe yên leşkerî bi dawî bike û yekîneyên xwe vekişîne."
Rêveberên Yekîtiya Ewropayê, wiha gotin: "Destwerdana leşkerî ya yekalî ya Tirkiyeyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bû sedema êşên giran ên însanî, têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê lawaz kir û gefeke giran li ewlekariya Ewropayê dixwe" şermezar dike.
Rêveberên Ewropayê biryarên ji bo rawestandina lîsansên firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bi bîr xistin.







