2'yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê dest pê kir
- 10:53 18 Cotmeh 2019
- Rojane
MEXMÛR - Tevgera Ciwanên Mexmûrê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Rojava faşizmê têkbibin" 2'yemîn kongreya xwe li dar dixin.
Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Rojava faşizimê têkbibin" bi beşdarbûna 600 delegeyan 2'yemîn kongreya xwe li dar dixin. Kongreya ciwanan bi deqeke rêz girtine des pê kir. Axiftina vekirinê ji aliyê endamê ciwanên Mexmûrê Bediran Yuruk ve hat kirin.
Di kongreyê de rapora 2 salan a xebatê pêşkeşî delegeyan hat kirin. Her wiha pêyamên saziyan di kongreyê de hat xwendin. Di kongreyê de hat diyar kirin ku divê ciwan bi ruhê seferbertiyê beşdarî berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe.
2'yemîn Kongereya Tevgera Ciwanên Mexmûrê ya ku bi dirûşma "Bi ruhe berxwedana Rojava faşîfmê têk bibin" dê rojek bidome.







