Bi mijara Rojava li Şengalê ji gel re civîn hat lidarxistin
- 11:10 18 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞENGAL - Li Xanesore ji bo balkişandina li ser rewşa Rojava ya herî dawî di pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk de li şengalê ji gel re civîn hat lidarxistin.
Ev 9 roj in ku dewleta tirk êrîşî rojavayê Kurdistanê dike û kesên sivîl qetil dike. Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî ji bo balê bikişîne ser van êrîşan li Xanesorê ji gel re civîn li dar xist. Di civîna ku bi sedan kes tevli bûn de Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Nûrê Xwedêda axivî. Nûrê diyar kir ku bê çawa di dema êrîşên li ser Şengalê de Rojava li wan xwedî derket îro jî ew ê li Rojava xwedî derkevin û piştgiriyê bidin.
'Çawa Rojava xwedî li me derket em ê jî lê xwe dî derkevin'
Nûrê di destpêka civînê de nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên li ser Rojava anî ziman û wiha axivî: “Ji bo erîşên dewleta tirk ên li ser Rojava em gelek xemgînin. Em herdem li pişta gelê berxwedêrin. Erdogan bi çekên kimyewî êrîşî Rojava dike. Erdogan bi vî awayî sûcê şer dike. Di Dema fermanê de Rojava bi hewara me hat û em ji êrîşên hovanê yên çeteyê DAÎŞ rizgar kirin. Şervên ji Rojava hatin ji bo me ji mirinê rizgar bikin bedelên giran dan. Îro dor dora me ye em ê jî xwe dî li gelê xwe yê Rojava derkevin û piştgiriya wan bikin. "
'Em heta dawî piştevanê gelê xwe ne'
Piştre fehîme silêman axivî. Fehîme jî êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û wiha got: “ Îro li ser Rojava şerekî dijwar heye. Çawa ku di dema fermanê de gelê me yê rojava bi hewaara me hat, ji bo me şehîd dan. Em jî wek jin û dayiken Şengalê heta em saxbin em ê li pişt gelê xwe yê rojavayê Kurdistan bin. Bi salane dixwazin Rojava dagir bikin û serkêşiya vê jî dewleta tirk dike. Lê em deyndarê gelê xwe yê Rojava ne û heta dawî em ê li pişt wan bin."







