Artêşa tirk pîvanên agirbestê binbê dike
- 13:14 18 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Artêşa tirk pîvanên îlankirina agirbestê binbê dike. Fermandariya Serêkaniyê ragihand eger êrîşî bidome em ê mafê xwe yê rewa bikarbînin û bersiv bidin.
Tevî îlankirina agirbestê ji aliyê Tirkiyê û Emerîka ve, Artêşa tirk a dagirker pîvanên îlankirina agirbestê binbê dike û bi awayekî tund êrîşên xwe didomîne. Di van kêliyan de gelek deverên bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk tê topbarankirin. Fermandariya Serêkaniyê ragihand, ku eger êrîşî bidome em ê mafê xwe yê rewa bikarbînin û bersiv bidin.







