Malbatan ji bo Hevdîtinê serlêdan kir
- 13:19 18 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo ku biçine Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, wasîsê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç ji bo ku biçin Imraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Her wiha malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.







