Li Wanê polîs destûr neda daxuyaniya HDP'ê

  • 13:56 18 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, bi armanca beşdarî şahiya 7'emîn salvegera damezirandina HDP'ê bibe hat Wanê. Polîsan destûr neda Sezaî Temelli, parlamenterên HDP'ê û akademîsyenên aştiyê ku xwestin daxuyaniyê bidin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê bi armanca 7'emîn salvegera damezirandina partiya xwe pîroz bike xwestin şahiyekê li dar bixin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, parlamenter û akademîsyenên aştiyê jî bi boneya beşdarî şahiyê bibin hatin Wanê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta pêre xwestin daxuyaniyê bidin, lê polîsan destûr neda ku daxuyaniyê bidin. 
 
Polîsan bi hinceta biryara walîtiyê ya qedexeya çalakiyan heye destûr nedan ku heyeta HDP'ê daxuyaniyê bide. Ji ber ku heyeta HDP'ê dixwaze daxuyaniyê bide û polîs wan asteng dikin rageşiya di navbera HDP'ê û polîsan de berdewam dike. Akademîsyenên Aşktiyê Ayşe Erzan, Orhan Sîlîer, Meral Camci, Aslı Takanay, Aynur Ozugurlu, Kuvvet Lordoglu, Ozlem Ozkan û Onur Hamzaoglu jî ji bo beşdarî daxuyaniyê bibin hatin Wanê.