Rîma Dawê: Dewleta tirk agirbestê binpê dike
- 14:28 18 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Endama Heyva Sor a Kurdî Rîma Dawê diyar kir ku dewleta tirk agirbestê binpê dike.
Artêşa tirk û komên girêdayî wê îro bi balafiran navçeya Zirgan a girêdayî Serêkaniyê topebaran kir. Di encama êrîşê de 8 sivîl birîndar bûn û 5 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan û 12 birîndar bûn.
Endama Heyva Sor a Kurd Rîma Dawê bal kişand ser êrîşên ku ji aliyê Artêşa Tirk li ser sivîlan dike û wiha got: "Ev êrîş agirbestê binpê dike. Îro 8 sivîl birîndar bûn. Her wiha 5 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 12 birîndar me rakirin nexweşxaneya Navçeya Til Temir ."
'Bila cîhan û saziyên mafê mirovan bêdeng nemînin'
Rîmayê di dewama axaftina xwe de got: "Sivîl têne qetilkirin. Bila saziyên mafê mirovan bi erkê xwe yê wicdanî rabin û mudaxele bikin. Em wekî heyva Sor a Kurdî bi hemû derfetên xwe hewl didin ku em xwe bigihînin sivîlên birîndar, lê artêşa tirk karê me asteng dike û erebeyên me hedef digire. Ev ne exlaqî ye. Pêwist e ceza were xwestin."
Rîmayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dewletên Navneteweyî sûncdar in ku îro gel ji aliyê Artêşa Tirk a dagirker di qetîlaman derbas dibin."







