'Korîdora mirovî ya bê vekirin bigirin bin ewlehiyê'
- 14:34 18 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Hevserokê SES’ê Îbrahîm Kara, di daxuyaniya têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî wiha got: "Divê ewlehiya sivîlan bê girtin û xwegîhandina wan a xizmeta tendirustiyê bê misogerkirin. Herwiha divê Korîdora mirovî ya bê vekirin jî ewlehiya wê bê misogerkirin."
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Enqereyê li Otela Akar bi ser navê “Li dijî şer aştî" civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên SES'ê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne kirin û xwestin her kes li dijî şer ji bo aştiyê têbikoşin. Rêxistina SES'ê li salonê pankarta “Em ê parastina li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê berdewam bikin" vekirin. Hevserokê SES'ê Îbrahim Kara daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên bi navê "Operasyona Leşkerî ya Kaniya Aştiyê" carek din nîşanî wan dane ku şer ne lîstika ku di televîzyonan de bê temaşekirin û wiha got: "Şer mirin, koçberî, xizanî û seqetî ye. Şer, talankirin û wêrankirina xwezayê û şûnwaran e. Şer tunekirina tenduristiya civakî ye."
Îbrahîm, anî ziman ku herî zêde welatiyên navçeyên Nisêbîn, Qoser, Serêkaniyê, Kaniya Xezalan, Pirsûs û gundên wan ketine bin tesîra şer û wiha bi dawî kir: "Rêxistinên mafên mirovan ên THÎV, ÎHD, Odeya Tabîban, Şaxên SES'ê yên Amed û Mêrdînê di 14'ê Cotmehê de li Nisêbînê lêkolîn kirin. Di vê ziyaretê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û Şaredariya Nisêbînê hevdîtin hatin kirin. Me malbatên kesên birîndar û jiyana xwe ji dest dan, li Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Amedê derman dibûn zişaret kirin. Di ziyaretên li Nisêbînê de me li şahid û mexdûran guhdar kir. Nêzî 50-60 guleyên hawanê li nava Nisêbînê ketin. Ji ber 2 guleyên Hawanê li nava Nisêbînê ketin mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Di hevdîtinan de hat diyar kirin ku bi taybetî piştî biryara şer hat stendin û şûnde guleyên hawanê li nava bajar ketin. Dîsa diyar kirin ku ji bo ewlehiya gel tiştek nehatiye kirin. Dîsa ji bo nexweşxaneyan tu tişt nehatiye kirin.
Îbrahîm, anî ziman ku di bûyeran de bijîşkek û hemşîreyek birîndar bûye û li nexweşxaneyan tu tedbîr nehatine girtin. Kara, anî ziman ku li Navçeya Serêkaniyê jî sivîlên asê mane hene û ji ber bombebaran dibare nikarin ji nava navçeyê derkevin. Kara, da zanîn ku ji bo sivîl bên derxistin xwest koridora mirovahiyê bê vekirin û wiha got: "Hemû kesên dibêjin em mirov in, divê alîgirê jiyanê bin. Em wan li dijî şer dawetî têkoşîna ji bo aştiyê dikin."







