Karwanên Herêma Cizîrê daxuyanî dan
- 14:59 18 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Şêniyên Herêma Cizîrê ji bo biçin Serêkaniyê siharê bi rê ketin da ku alikariyê bidin sivîlên birîndar. Beriya ku biçin Serêkaniyê daxuyaniyek dan.
Karwanên şêniyên herêma Cizîrê ji bo biçin Serêkaniyê siharê bi rê ketin da ku alikariyê bidin sivîlan û korîdorek mirovahî ji bo birîndaran vekin. Karwana şêniyên Herêma Cizîrê beriya bigihêjin Serêkaniyê 2 km. daxuyaniyek dan.
Daxuyanî wiha ye:
"Armanca me ya hatina vir, ji bo em korîdorek mirovahî vekin, biçin Serêkaniyê û birîndarên ku hene em wan ji Serêkaniyê derbixînin.
Em ji bo zarokên xwe li vê derê ne. Em piştgiriyê didin zarokê xwe û korîdora mirovahî vebikin da ku sivîlan ji Serêkaniyê derbixînin. Ji ber birîndar li Serêkaniyê, di xeteriyê de ne. Em niha jî ber bi Serêkaniyê ve diçin."
Her wiha karwanên sivîlan gihîştin gundê Mişrafa yê girêdayî Serêkaniyê. Karwanên sîvîlan 3 cenazeyên sîvil ên hatin bombebarankirin ji xaniyan derxistin.







