Katî Pîrî: Divê Tirkiye ji sûcê şer berpirs were dîtin

  • 16:10 18 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVNEDA NÛÇEYAN - Parlamentera Ewropayê ya Hollandî a sosyalîst Katî Pîrî got divê dewleta tirk ji sûcê şer ê li dijî kurdan berpirs were dîtin.
 
Katî Pîrî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got: ''Tirkyie ji sûcê şer ê li dijî kurdan divê berpirs were dîtin. Avêtine fosfora spî ne tenê kambax e, her wiha li gorî hiqûqa navnetewî qedexe ye jî.''