Li Silêmaniyê meş: Rojava bi tenê nîn e

  • 16:21 18 Cotmeh 2019
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmaniyê bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tir a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek li dar xistin. 
 
Bi hezaran kesên ku li ser cadeya Salim (Saholeke) ya Silêmaniyeya Herêma Federal a Kurdistanê kom bûn, ber bi Baxê Giştî ve dest bi meşê kirin. Di meşê de hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvanên sivîl, rojnamevan, nûnerên rêxistin û partiyên siyasî û ji 7 salî heta 70 salî ji hemû beşên civakê gelek kes cihê xwe di meşê de girt.
 
Di meşa ku alên YPG, YPJ û Herêma Kurdistanê hatine vekirin de, bê navber û bi yek dengî dirûşmeyên wekî, “Berxwedan şanazî ye serbestî û azadî ye”, “Rojava bi tenê nîn e, Kurdistan piştevanî ye” û “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin.