Di 19'emîn Civîna Giştî de li dijî êrîşan banga yekîtiyê hat kirin
- 17:03 18 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweya Kurdistanê li Holandayê 19'emîn Civîna Giştî li dar dixe. Civîn bi rojeva awarte tê li darxistin. KNK'ê di civînê de li dijî êrîşên Tirkiye banga yekîtiya Kurdistaniyan kir.
Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) li Holandayê 19'emîn civîna giştî li dar dixe. Civîn bi rojeva awarte tê lidarxistin. Ji çar perçeyên Kurdistanê delege di civînê de amade bûn. Nûnerên partî, rêxistin û komeleyên Kurd beşdarî civînê bûn. Di civînê de mijara Êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li hemberî vê yekê girîngiya yekîtiya neteweya Kurd nîqaş dikin.
Banga Gelê Kurd ên çar perçeyên Kurdistanê hat kirin ku di van 5 rojan de bêtir yekîtiya xwe xurt bikin û bêtir zextan li Yekîtiya Ewropa Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê bikin ku Tirkiye gavan paşve bavêje. Civîn bi axaftina nûnerên partî û rêxistinên Kurd didome.







