Şêniyên Kobanê daketin qadan û berxwedana rûmetê silav kirin
- 18:21 18 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Şêniyên Kobanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û bi karanîna çekên qadexekirî ya li ser bajarê Serêkaniyê, daketin qadan û meşeke girseyî li dar xistin.
Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, partiyên siyasî, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma "Dagirkeriya Tirk li pêşberî cîhanê, bi çekên qedexekirî sivîlan li Serêkaniyê dikuje" meşek li Kobanê hat lidarxistin. Êrîşên dewleta tirk û bi karanîna çekên qadexekirî li ser bajarê Serêkaniyê hat şermezarkirin. Di meşê de wêneyên têkoşerên azadiyê û yên ku di encama çekên qedexekirî de zirar dîtine, her wiha alên QSD’ê û partiyên siyasî hatin hilgirtin.
'Li dijî qetilkirinê cîhan bêdeng e'
Meşa ku ji Qada Jina Azad dest pê kir, li qada aştî ya li ber sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya herêma Firatê Ismet Şêx Hesen sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Artêşa Tirk îro bi çekên qedexekirî gelê me ji zarokan heta yên ixtiyar li Serêkaniyê qetil dike û tevahî cîhan li hember van êrîşan bêdeng e."
'Li dijî êrîşan sekna xwe diyar bikin'
Îsmet, destnîşan kir ku ji bo şikandina van êrîşan pêwiste îro hemû gelê li hember dijmin sekna xwe diyar bike û wiha dom kir: "Divê li dijî dijmin em piştgiriya şervanên xwe bikin. Li seranserî Rojavayî Kurdistanê îro şer e, pêwiste em xwedî li doza şehîdên xwe derkevin. Em bang li hemû gelê cîhanê û mafên mirovan dikin ku xwedî li gelê Bakurê Sûriyê derkevin. Di dawiyê de serkeftin ya Gelê kurd e ji ber ku em xwedî maf û doza vê axê ne."
'Hevrîn Xelef bi xiyanetî hat qetilkirin'
Her wiha li ser navê Tevgera Jinan ya herêma Firatê Suad Eldemir berxwedana rûmetê ya şervanan pîroz kir û wiha got: "Dewleta Tirk ya dagirker û bi alîkariya dewletên navneteweyî bi van êrîşan dixwazin Gelê Kurd tune bikin. Lê çawa ku me li Kobanê bi saya şervanan çeteyên DAIŞ'ê şikandin, em ê êrîşên artêşa tirk jî bişkînin. Dewleta tirk a dagirker û hemû dewletên navneteweyî hevalên me yên jin dikin hedef ji ber ku şoreşa Rojava bi berxwedaniya jinê pêşket. Wek Hevrîn Xelef bi xiyanetî û bi destên dijmin hat qetilkirin, qetilamekî li mirovahiyê nayê qebûl kirin. Em weke Gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê em ê bi berxwedaniya xwe
bi ser kevin."
Mîtîng bi dirûşmeyên "Bijî berxwedan Rûmetê", "Bijî berxwedan gelê herêmê", "Bimre dagirkerî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.







