Wêne û dîmenên nexweşxaneya Roj hatin parvekirin

  • 18:27 18 Cotmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - 9 roj in li Serêkaniyê êrîşek pir dijwar diqewime. Îro wêne û dîmenên nexweşxaneya Roj ya ku bibû hedefa bombeyên arteşa tirk hatin parvekirin. 
 
Dewleta tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşî Rojava kir. Ew çend rojan êrîş li Serêkaniyê pir dijwar bû. Di wê êrîşê de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî hebûn. Dewleta tirk êrîşî nexweşxaneya Serêkaniyê jî dikir. Di wê nexweşxaneyê de gelek sivîl hebûn. Îro wêne û dîmenên nexweşxaneya Roj bi belgeyan hatin parvekirin.
 
Her wiha ligel agirbest hatiye îlankirin jî serê sibêhê ve arteşa tirk li hemberî Serêkaniyê topebarana xwe didomîne.