Îlham Ehmed: DAÎŞ dibe ku dîsa çalak bibe
- 18:47 18 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk Îlham Ehmed bal kişand ser êrîşên arteşa tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "DAÎŞ dibe ku dîsa çalak bibe."
Daxuyaniyên Îlham Ehmed ên li Stockholmê li raya giştî ya Swêdê de bandoreke mezin ava kir. Kanalên televîzyonê û rojnameyan cihekî berfireh dan hevpeyvîn û daxuyaniya Îlham Ehmed. Gelek kanal û rojnameyan hişyariya Îlham a îhtîmala çalakbûna DAÎŞ’ê derxistin pêş.
Îlham, daxuyanî da rojnameya Expressenê û got ku “Heke piştgiriyeke navneteweyî nedin Rojava, ji bo me wê dahatû tunebe. Niha qetlîam didome. Dibe ku projeya demokratîk winda bibe. Ev ji bo Sûriyeyê hêviyeke mezin bû. Biryara Trûmp a vekişandina leşkeran şaşiyek bû. Wan derfet dan ku Tirkiye êrîşî me bike. Em careke din bang li wan dikin ku bila şaşiya xwe rast bikin.”
Îlham, bal kişand ser DAÎŞ'ê û wiha axivî: "Leşkerên bi pere yên Tirkiyeyê nêzî îdeolojiya DAÎŞ’ê ne û heke di daxwazên xwe de bi ser bikeve wê DAÎŞ jî bi ser bikeve. Her wiha bila zextên aborî û dîplomatîk li Tirkiyeyê were kirin. divê qada hewayî ya Bakurê Sûriyeyê jî were girtin.







