Li Hewlêrê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin

  • 19:43 18 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê bi dirûşmeya, "Hewara nîştimanî" ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin.
 
Li Hewlêra Herêma Federal a Kurdistanê ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. Li ber Parka Şanedêr a Hewlêrê ji aliyê komek çalakvanên civaka sivîl ve bi dirûşmeya "Hewara nîştimanî" kampanya alîkariyê hat destpêkirin. Kampanya dê hefteyekê berdewam bike.
 
Komîteya Amedekar, da zanîn ku kampan ya dê hefteyek bidome û di çarçoveya kampanyayê de şîrê zarokan, pere, derman û xurek tê komkirin.