Li Afganîstanê êrîş hat şermezarkirin
- 20:12 18 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Hembestgî ya Afganistanê êrîşên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek şermezar kir û ji bo pişgiriya Rojava banga yekîtiyê li hemû gelên cîhanê kir.
Ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên dewleta tirk û çete li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Partî, sazî û rêxistinên civakî yên cîhanî êrîşên ku pêk tên şermezar dikin û nerazîbûnên xwe nîşan didin. Partiya Hembestgî ya Afganistanê jî bi daxuyaniyeke bertek nîşanî êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan. Daxuyanî ji hêla Seroka Partiya Piştgiriya Gelan a Afganistanê Selay Ghaffar ve hat xwendin.
'Sivîl jiyana xwe ji dest dan'
Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: "Di encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de heya niha 200 hezar welatî ji cîh û warên xwe bûn. Bi sedan kes jiyana xwe ji des da û birîndar bûn. Li gel van hemû sûcên şer NATO di nav de piştevaniya wan dike li gelek dever bêdengin. Ya herî cihê şermê jî Pakistan e, ji ber ku piştevaniya wan dike û xwe avêtiye nava gunehê Erdogan.
Qetilkirina Hevrîn Xelef dilê hemû kesî êşandiye
Kuştina jin û zarokan bi destê êrîşkarên çeteyên dewleta tirk ve pêk tê. Qetilkirina siyasetmendara kurd Hevrîn Xelef bi destê çeteyên wan pêk hat û di raya giştiya cîhanê de tê dîtin û bihîstin. Ev bûyerên dermirovane dilê hemû kesê êşandiye. Bala hemû cîhanê li ser pêşketina Rojava ye. We diyare tu hêzên êrîşkar xwe li ber vîna şervanên kurd, ereb, asurî û suriyanî nagire. Ew bi hemû hêza xwe gelê xwe diparêzin. Ji xwe binketina Erdogan di hilbijartinên dawiyên li Tirkiyê diyar bû. Ji ber binketina li welatê xwe jiyaye hezim nake. Vê carê jî êrîşî cîran û derdorê xwe dike. Ji ber artêşa duyemîne di NATO yê û hêvî dike ku di nava du rojan de de hemû Rojava bigire bin mêtîgeriya xwe. Lê şervanên YPG, YPJ û QSD’ê hêviya wî xira kir.
Gelê Efqanistanê ji şervanên kurd dersen berxwedanê digirin
Gelê Efqanistanê ji şervanên kurd dersen berxwedanê digirin ku çawan li hemberî dagirkeran bisekinin. Weke ku hunermendê Efqanî Mesud Hesenzade dibêje: ‘Hevalên van jin û mêrên şerker tene çiya ne, pêdiviya wan bi dilşewitandinê nîne, tenê pêdiviya wan bi yekgirtin û şiyarbûna gelan heye.’ Hewceye em gelê Efqanistanê jî weke wan şiyar bibin û zincîrên xwe biqetînin. Pêdiviya me hemûyan bi şervanên weke yên we xwedî vîn û gelê weke we azad heye. Ji ber di cîhana heyî de her kes razaye, hêviya gelan e Gelê Kurd ê niha şiyar û şerê hebûna xwe dike.
Pêdivî bi têkoşîna gelan a hevpeş heye
Bi destê Emerîka êrîşî Rojava kirine. Di dîrokê de tovê îxanetê xwe dubare dike. Emerîka di tevahî dîroka xwe de tenê kariye bi hêzên tarî û dagirkeran re dostaniyê bike. Bi alîkariya dagirkeran her dem hewildaye şorşeger û azadîxwazan bitepisîne. Armanca Partiya Hembestgî ya Afganistanê parastina şoreşa gelên azadîxwazên cîhanê ye. Em xwe li kêleka hemû eniyên ku ji bo yekgirtina gelan têkoşînê dikin de dibînin. Em bawerin ji bo parkirina êşên hevbeş, pêdivî bi têkoşîna gelan a hevbeş heye.







