ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2019'AN
- 09:00 19 Cotmeh 2019
- Rojev
*Jinên ku ji gundê Metînê yê girêdayî navçeya Çelebiyê, ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî bajarê Kobanê bûn gotin: "Zarokên me li eniyan şer dikin, ji ber şer giran bû me mala xwe berda em derketin. Çavê me lê ye hema kengê êrîş hinek sivik bibe em ê car din li mala xwe vegerin.” DÎMEN HEYE
*Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven diyar kir ku hewcedariya kogreya netewî ku bi salane hewl tê dayîn bê komkirin, bi êrîşên li hember bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re zêdetir derketiye holê û got: “Yekitiya Netewî ji bo kurdan gelek girîng e. Ne tenê li Rojava, li her çar parçeyê Kurdistanê hewcedariya Kurdan bi yekitiya neteweyî heye û ger jin ji vê re pêşengiyê bike wê kongre di demek nêz de kom bibe.”BI DÎMEN
* Zarok, bi xwe xêz kirin û bi xwe çîrok nivîsandin û berhemên xwe kirin pirtûk. Dê sibêhê jî li Mala Hûnerê ya Laleşê roja îmzeyê li dar bixin. Rêvebira Projeyê Dîlan Ok, banga tevlîbûnê kir û got: "Werin bibin hevparê kelecana zarokan." DÎMEN HEYE
*Bijîşkên Kobanê êrîşên dewleta tirk ên hedef girtina xebatkarên Heyva Sor şermezarkirin û gotin: "Li aliyê Serêkaniyê madeyên kîmyevî hatin bikaranîn. Ev made herî zêde bandor li zarokan kir û bedena wan şewitand. Erdogan sûcê şer dike û divê di navnetewî de hesab jê bê pirsîn." DÎMEN HEYE
*Jina bi navê Nadîra Kadîrova li mala parlamenterê AKP’ê Şîrîn Unal bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû û piştî vê hewl hat dayîn ku dosya wek bûyera întîxarê bê girtin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got: “Destê min de agahiyên der barê ku malbat hatiye tirsandin hene. Niha bi serlêdana me ya sûc re wê pêvajoyek nû dest pê bike.” DÎMEN HEYE
*Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci îdiayên ku Tirkiyeyê li hember Serêkaniyê çekên kîmyewî bikar aniye de nirxandin kir û da zanîn ku divê lêpirsînek bi bandor bê kirin, delîl bên komkirin, cil û ber di bin kontrola kîmyewî de bên derbaskirin.
* Fatma Karataş ku 30 sal in alavên mutbexê yên ji darên sêv, hirmî, şîmşîr hatine çêkirin, difroşe diyar kir ku ji bo tenduristiyê divê kevçiyê darîn bê bikaranîn.
*Gulsum Agaoglu ya HDP’yî da zanîn ku bi operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îradeya jiyana hevpar û Sûriyeyek bê Kurd hedef tê girtin û wiha got: “Divê hemû kesên li DYA û Ewropayê bizane ku DAIŞ’ê çi kir. Divê her kes li dijî şer dengê xwe bilind bike.” DÎMEN HEYE
*Ji damezerînerên Jinên Aştiyê ya Foçayê Fîlîz Kardem diyar kir ku divê ne li gorî gotinên teror an jî nûçeyên di çapemeniyê de dertên, divê her kes rastiyan bibîne û bertek nîşan bide û got: “Divê bizanibin ku bombe bi ser sivîlan de tê barandin. Tu carî bombe û balafirên şer berê xwe nadin mewziyan.”DÎMEN HEYE
* Erdal Ozel ku nexweşê şîzofren û tansiyon, gurçik û şekir e, li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê girtiye. Xwişka Erdal, Kumru Akgun da zanîn ku birayê wê 14 sale girtiye û got: “Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Nayên berdan jî bila dermankirina wan bê kirin.”DÎMEN HEYE
*Hiqûqnasê li Nisêbînê lêkolîn kirin diyar kirin ku li bajar lêpirsînek bi bandor nayê meşandin û gotin wê serlêdana sûc bikin. Her wiha diyar kirin ku di paşerojê de çawa bûyer nehatine ronîkirin, dixwazin îro jî wisa bikin û mafê jiyana gel ne di bin ewlehiyê de ye.
DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: "Yek ji hincetên AKP’ê ya ji bo xwe li ser piyan bigire, şer û kaos e. Di fitrata van de dijberbûna demokrasî û wekheviyê heye. Ji ber vê jî dixwaze hewldana dagirkirinê jî li ser vî lingî bide rûniştin."DÎMEN HEYE







