Bijîşkên Kobanê: Ev madeyên kîmyevî herî zêde bandor li zarokan kir

  • 09:06 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Bijîşkên Kobanê êrîşên dewleta tirk ên hedef girtina xebatkarên Heyva Sor şermezarkirin û gotin: "Li aliyê Serêkaniyê madeyên kîmyevî hatin bikaranîn. Ev made herî zêde bandor li zarokan kir û bedena wan şewitand. Erdogan sûcê şer dike û divê di navnetewî de hesab jê bê pirsîn."
 
Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk bi çeteyên xwe ve êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê kir. Di êrîşên heya niha berdewam dikin de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Dema ku wesayetên ambulasan berê xwe didan cihê ku dihat bombebarankirin û xwestin sivîlan bigihêjînin nexweşxanê, bûn hedefa arteşa tirk û hatin bombebaran kirin. Li Serêkaniyê û aliyê Girê Spî êrîşî ser endamên tenduristiyê yên di navnetewî de kes nikare destdirêjî ser wan bike kirin. Ne tenê ew bombebaran kirin, ji bo panîkê çêkin hinek ji wan revandin. Divê çarçoveyê de bijîşkên Kobanê di derbarê hedefgirtina abulans û hemşîreyan de nêrînên xwe bi ajansa me re parkirin.
 
'Nexweşxane û bijîşkan dikin hedef'
 
Bijîşk Zozan Samî diyar kir ku li tevahiya cîhanê ew bijîşk û karmendên tenduristiyê karê xwe dikin û li gorî zagonan divê ji aliyê tu kom û kesan ve nebin hedefa êrîşan, lê mixabin dewleta tirk û çete tu zagonan nasnakin û hevalên wan ên nexweşxanê hedef girtine û wiha pêde çû: "Ev demeke dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di nava hemû zagonan de nabe ku bijîşk an ambulas bê hedefgirtin, lê dewleta Tirk hemû sînor û zagon binpêkirine. Ji bijîşkan, karmendên tenduristiyê heya welatiyên herêmê li gel mal û milkên wan hemû di hedefa êrîşan dene. Weke bijîşk û karmendên tenduristiyê jîndarkirina her zindiyekê erk û berpirsiyariya me ye, ew çiqasî me hedef bigirin jî em neçarin karê xwe bikin. Ev dide diyar kirin ku dewleta tirk dewleteke terorîste mirovan bi îşkencê dikuje, mînaka Hevrîn Xelef li ber çavane. Dema ku li ser rêka Serêkaniyê girtin, bi lêdan û îşkencê kuştin. Niha Erdogan dide diyarkirin ku dê  herêma bi ewle ava bike. Ew bi çeteyên xwe ve êrîşî nexweşxanê dike, nexweşan tevî birîndaran û bijîşkan hedef digire, ewlebûna wî ev e. Ew herêma xeter a ewlehiya canê tu zindiyan têde neyî avadike."
 
'Ji ber bandora şer zarok şeş mehî tên dinê'
 
Bijîşka bi navê Zozan Hesen jî destnîşan kir ku çete û arteşa tirk jin û zarokan hedef digirin û wiha domand: "Gelek birîndar derbasî nexweşxanê bûn, piraniya wan zarok û jinin birînên wan pir giranbûn. Em hewldidin peywira xwe ya mirovî bikin û jiyana wan vegerînin. Tenê ne birîndar travmayên şer jî hene. Hinek jinên ku hê zarokên wan şeş mehîne tên ber destê me û zarokên wan çêbûne. Ji tirsa şer zarokên wan zu çêbûne. Zarokên şeş mehî dê çawan bijîn nizanim. Li aliyê Serêkaniyê jî madeyên fisforê bikaranîne. Ji xwe şer ziyanek mezin li jiyana hemû welatiyan û taybetî jî zarokan dike. Ev madeyên hatîn karanîn jî herî zêde bandor li zarokan kiriye û bedena wan şewitandiye.”