Îdiaya li Serêkaniyê çeka qedexe hatiye bikaranîn: Divê delîl bên komkirin

  • 09:08 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci îdiayên ku Tirkiyeyê li hember Serêkaniyê çekên kîmyewî bikar aniye de nirxandin kir û da zanîn ku divê lêpirsînek bi bandor bê kirin, delîl bên komkirin, cil û ber di bin kontrola kîmyewî de bên derbaskirin.
 
Di çarçoveya êrîşên ku Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin de hat îdia kirin ku di 16’ê cotmehê de li hember Serêkaniyê çekên kîmyewî hatine bikranîn. Her çiqas di alî her du aliyan de di 17’ê cotmehê de agirbest pêk hatibe jî Tirkiye êrîşên xwe li Serêkaniyê didomîne. 
 
Sivîlên ji êrîşan bi bandor bûn bedena wan şewitî û li nexweşxanê niha tên dermankirin. Tê gotin ku rewşa gelek birîndaran giran e. Seroka Giştî ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci rewş nirxand.
 
‘Divê delîl bên komkirin’
 
Şebnemê daxuyakirin ku ji bo bersivek zelal ji bo îdiayan bê dayîn divê ji şewat û cil û bergan mînak bên girtin û got: “Tenê bi dîmenan mirov nikarin tiştek bêjin. Ji bo mijar bê teqez kirin divê li ser li ser cil û bergan kontrola kîmyewî bê kirin. Divê di vê mijarê de lêpirsînek bi bandor bê kirin. Delîl bên kirim. Cil bên kontrolkirin.”
 
Doktorên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birîndarên derman kirin, diyar kiribûn ku li ser birîndaran daneyên ku berê qet nedîtine, lê rast hatine û diyar kiribûn ku ev dibe ku ji çekên qedexekirî pêk tên û ji bo ev bê tespîtkirin jî gotin wê lêkolînek berfireh bikin.