Gulsum Agaoglu: Xetereyên mezin li ber Tirkiyeyê hene

  • 09:11 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
 
Habibe Eren
 
ENQERE - Gulsum Agaoglu ya HDP’yî da zanîn ku bi operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îradeya jiyana hevpar û Sûriyeyek bê Kurd hedef tê girtin û wiha got: “Divê hemû kesên li DYA û Ewropayê bizane ku DAIŞ’ê çi kir. Divê her kes li dijî şer dengê xwe bilind bike.”
 
Di êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek sivîlî jiyana xwe ji dest da, gelek cih û war hedef hatin girtin. Li Nisêbînê jî 12 welatiyan jiyana xwe ji dest da û nêzî 70 kesî birîndar bûn. Berdevka Komîsyona Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglu, operasyona ku Tirkiyeyê daye destpêkirin wek dagirkirin bi nav kir û got êrîş ne tenê xeta 30 kîlometreyî ya sînor hemû destkeftiyên Rojava hedef digire.
 
Gulsum, qala pergala konfederal kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pergala konfederal, wekhevî û pergala ekolojîst hedef tê girtin. Her wiha hewl tê dayîn ku projeya avakirina kemera selefî bê avakirin. Ji ber vê jî dixwazin herêmê ji Kurdan paqij bikin û çeteyan lê bicih bikin. Ev ne şer e, ev hewldana dagirkirinê ye. Em HDP wek her tim ji şer re dibêji na.”
 
‘Xetereyên mezin hene’
 
Gulsumê destnîşan kir ku operasyon di heman demê de li hember hevkariya gelan û îradeya jiyanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin wir ji hev bikin, parçe bikin û ferasta xwe li wir bicih bikin. Gelên li wir di bin xetereyek mezin de ne. Yên wir dibêjin em ê li ber xwe bidin. Em wek partiya siyasî jî vê rewşê wê bi dîplomasiyê teşîr bikin. Em ê nîşan bidin ku armanca wan ya esas çi ye.”
 
‘Divê em aştiyê biqîrin’
 
Gulsumê her wiha bi lêv kir ku Tirkiye hewl dide ku penberan bişîne, li sînor kemera selefî ava bike, Kurdan ji wir derbixe û ev jî tê wateya ku ji nûve terorî DAIŞ’ê îthal dike û wiha berdewam kir: “Em hemû dizanin ku di 10’ê cotmehê ya Enqereyê de çend kes hatin qetilkirin. Divê her kes bizane ku li Tirkiyeyê her xetere me dipên. Em partiyeke ku aştiyê diparêzin e. Em dikarin li diji hewldanên dagirkirinê dengê xwe bilind bikin, behsa aştiyê bikin. Divê em hemû bi hev re aştiyê biqîrin. Serokomar Tayyîp Erdogan berê jî bi dehan carî gotibû wê bikeve Sûriyeyê. Tê hedefkirin ku li Sûriyeyê bazarek nû bê afirandin. Rojava xeta me ya sor e. Rojava xeta şoreşa jinê ye. Cihekî ku piştevaniya enternasyonal ketiye jiyanê ye.”
 
Gulsumê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku beyî daxwaza penaberan, ew li xeta sînor bicihkirin, wê bibe topa ji agir ya bi xeter û got ew carek din naxwazin DAIŞ ya dijminê jin û mirovahiyê bibînin.