‘Bombe bi ser sivîlan de tên barandin’

  • 09:13 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
ÎZMÎR-Ji damezerînerên Jinên Aştiyê ya Foçayê Fîlîz Kardem diyar kir ku divê ne li gorî gotinên teror an jî nûçeyên di çapemeniyê de dertên, divê her kes rastiyan bibîne û bertek nîşan bide û got: “Divê bizanibin ku bombe bi ser sivîlan de tê barandin. Tu carî bombe û balafirên şer berê xwe nadin mewziyan.”
 
Piştî tezkereya şer a bi dengên AKP, CHP û MHP’ê ji meclîsê derbas bû şûnde, di 8’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon hat destpêkirin û piştî 8 rojan şûnde agirbest hat îlankirin. Ji her alî li dijî şer bertek hat nîşandan. Li Tirkiyeyê jî bertek hatin nîşandan. Ji Jinên Aştiyê ya Foçayê jî bertek hatin nîşadan.
 
Yek ji damezerînera Jinên Aştiyê ya Foçayê Kismet Fîlîz Kardam got ji bo çareseriyê divê dewletên herêmê û mirovên herêmê bên cem hev û çareseriyê pêk bînin û got: “Şer wê gelek canî tune bike. Wê tu tiştî çareser neke.Her tim gotinên ‘terorê’ derdixin pêş. Lê jiyana aram a mirovên li wir dijîn tu car naynin rojevê. Ji ber vê em dizanin ku pirsgirêk bi welatên herêmê û mirovên herêmê re li ser maseyê bi axaftinê dikare bê çareserin.”
 
‘Jin her tim li alî aştiyê ne’
 
Fîlîzê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku yek ji sedemên pêkhatina operasyonê, bicihkirina penaberan a li herêma ewle ye û wiha dawî lê anî: “Şer wê bibe sedema koçberiyên nû. Di şerên tên jiyîn de her tim jin zehmetiyên herî mezin dikşînin. Rastî şîdet, tecawizê tên. Jin ne li alî pevçûnan li alî aştiyê ne. Li şûna em bi nûçeyên di çapemeniyê de dertên bawer bikin, divê em ji çavkaniyên cuda rastiyan fêr bibin. Bila dîroka herêmê bê lêkolînkirin û bizanin ku bombeyên bi ser sivîlan de tê barandin. Divê bê lêkolînkirin û bi wijdan tev bigerin.”
 
Ji Jinên Aştiyê ya Foçayê Zarîfe Kiliç jî bertek nîşanî CHP’a ku xwe wek ‘sosyal demokrat’ bi nav dike û diyar kir ku CHP bi gotina ‘em bi awayekî dilşewat dibêjin erê’ tezkereya şer erê kiriye.