‘Mafê jiyanê ne di bin ewlehiyê de ye’

  • 09:15 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN-Hiqûqnasê li Nisêbînê lêkolîn kirin diyar kirin ku li bajar lêpirsînek bi bandor nayê meşandin û gotin wê serlêdana sûc bikin. Her wiha diyar kirin ku di paşerojê de çawa bûyer nehatine ronîkirin, dixwazin îro jî wisa bikin û mafê jiyana gel ne di bin ewlehiyê de ye.
 
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Weqfa Lêkolînê ya Hiqûq û Civakî (TOHAV), li navçeya Nisêbînê ku di çarçoveya operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pevçûn lê hatibûn jiyîn û 12 kesî jiyana xwe ji dest dabûn de lêkolîn kirin. Parêzer bi malbatên ku xizmên xwe winda kirine û birîndaran re hevdîtin kirin.
 
‘Rayedaran tenê sersaxî xwestine’
 
Parêzera endama TOHAV’ê Rengîn Ergul got ji bo agahiya der barê meşandina lêpirsînê bigirin bi Serdozgeriya Komarê re hevdîtin kirine û got xwestine bi Hekîmê Nexweşxana Dewletê ya Nisêbînê re hevdîtinê bikin lê pêk neanîne û got: “Niha nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê wek nexweşxaneyek leşkerî ye. Komara Tirkiyeyê neçare di mirina kesên jiyana xwe ji dest dane de berpirsiyar bin. Divê lêkolînek bi bandor bê meşandin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve tê meşandin. Ji ber vê me agahiyên berfireh negirtin. Em bang li hemû merciyan dikin ku peywira xwe bînin cih. Rayedar tenê ji bo sersaxiyê çûne cem malbatan. Li gorî agahiyên me ji dozger girtine, parçeyên guleyên hewanê ji cihê bûyerê kom kirine. Çalên li kolanê bi zîftê hatine girtin. Yanî niha cihekî bûyerê tune ye. Ji ber dozgeriyê yekser bûyer nemeşandiye, agahiyek baş jî nade me.”
 
‘Em ê serlêdana sûc bikin’
 
Rengînê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo lêpirsînek xurt bê meşandin em ê hewl bidin. Me serlêdan girtin. Em di vê esasê de serlêdana sûc bikin. Di vir de binpêkirina mafê jiyanê heye. Ji bo dewlet berpirsyariya xwe bîne cih em ê banga lêpirsînek bi bandor bikin. Em plan dikin ku banga çalakiya lezgîn li NY’ê û Konseya Ewropayê bikin. Ji malbatan destûr girt. Em ê şopdarê vê bikin. Berê jî li bajar qedexe hat îlankirin. Civakek ku her tim şer dîtiye. Nisêbînê pir zêde şer dît. Jiyana gelê wir ne di bin ewlehiyê de.”
 
Parêzerê OHD’ê Nurettîn Denîz jî ku ji bo lêkolînan çû bajar, dîmenê ku li bajar pê re hat rû hev, bi gotinên Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Metîn Feyzîoglu yên weke ‘dewlet ne berpirse ku sivîlan biparêze’, re nirxand. Nurettîn wiha got: “Ew gotinên hatin ser ziman, îro me bixwe dît ku li Nisêbînê pêk hatiye. Ev bi giştî nîşaneya vê zîhniyetê ye.”