Desteya perwerdeyê: 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê bêpar man
- 09:27 19 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bandora êrîşên dewleta tirk ên li ser perwerdeyê nirxand.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara dibistanên herêmên Cizîr û Firatê yên ku artêşa tirk di 9 rojan de kirine hedef eşkere kir. Desteyê girêdayî rewşa heyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de banga lezgîn û mirovî li UNICEF, rêxistinên mafên zarokan û tevahiya rêxistinên mirovî hat kirin ku bi lez mudaxele bike û zextê li civaka navneteweyî bike ji bo ku êrîşan rawestîne.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên dermirovî ser sivîlan pêk tînin. Ev êrîşa hovane gihaşt tevahiya cihên giştî di nav de yên tenduristî û perwerdeyê jî heyî. Di dema ku divê zarokên me li dibistanên xwe bin, niha ji ber êrîşan yan şehîd in yan jî birîndar in yan jî koçber in. Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibistan kirin hedef.
Bi rêya vê serjimariyê em ji raya giştî re hejmara dibistanên herêmên Cizîr û Firatê yên ku di 9 rojan de hatine hedefgirtin diyar dikin. 810 dibistan ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker ji xizmetê derketine. Ji ber wê prosesa perwerdeyê rawestiya. Zêdetirî 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par man û 5 hezar û 224 mamoste ji karê xwe qut bûn.
Herêma Cizîrê: herêma Serêkaniyê û gundên derdorê
Hejmara dibistanên ku rawestîne 150 jê 20 bi temamî wêran bûne. Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 17 hezar û 526. Hezar û 409 mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.
Herêma Til Temirê:
Hejmara dibistanên ku rawestîne 120. Hejmara xwendekarên ji perwerdeyê bê par mane 7 hezar û 633. 849 mamoste ji prosesa perwerdeyê qut bûne.
Herêma Dirbêsiyê:
Hejmara dibistanên ku rawestîne 114. 983 mamoste ji prosesa perwerdê qut bûne.
Kantona Girê Spî û gundên wê:
Hejmara dibistanên ku rawestîne 426. Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 51 hezar û 200. Hezar û 983 mamoste ji prosesa perwerdê qut bûne.
Her wiha koçber di 3 dibistan li Qamişlo, 35 li Hesekê û 2 li Girkê Legê de bi cih bûne.
Wek Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em êrîşên dewleta tirk ên li ser zarok û dibistanên xwe şermezar dikin. Em banga lezgin û mirovî li UNICEF, rêxistinên mafên zarokan û tevahiya rêxistinên mirovî dikin ku bi lez mudexele bikin û zextê li civaka navneteweyî bikin ji bo ku êrîşên li ser herêmên me rawestînin û rê li pêşiya êrîşan bigirin.”







