Karkerên Tenduristiyê: Birîndarên Serêkaniyê di çemberê de mane

  • 11:17 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Karmendên tenduristiyê yên nexweşxaneya Evrin a Efrînê ku li kantona Şehbayê kar dikin, ji bo rizgarkirina birîndarên Serêkaniyê banga wijdanî li her kesî kirin.
 
Karmendên tenduristiyê yên Efrînê di derbarî dorpêçkirina birîdarên sivîl ên Serê Kaniyê diyar kirin ku bi taybet divê rê ji bo tendirustiyê were vekirin û divê nexweşxane neyên hedefgirtin û gotin:"Hedefgirtina nexweşxaneyan li dijî mirovahiyê ye."
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet jî li Serêkaniyê ji 9’ê Cotmehê ve bênavber berdewam dike. Li gel sivîlan, nexweş û birîndaran, nexweşxane û ekîbên tendirustiyê jî tên hedefgirtin. Dewleta tirk her diçe zêdetir nexweşxane û ambulansan topbaran dike. Têkildarî mijarê xebatkarên tendirustiyê yên kantona Şehbayê diyar kirin ku li tu deverên cîhanê mînakên nexweşxane, abulans û ekîbên tenduristiyê bên hedefgirtin nîne, ji bo wê jî divê di raya giştî de nerazîbûn li hemberî van kirinên dermirovî zêde bibin.
 
‘Kes nikare xwe bigihîne birîndarên Serêkaniyê’
 
Hemşîreya bi navê Çîmen Omer a ku di nexweşxaneya Evrîn de kar dike di derbarî vê topbaranê de ev nirxandin kir: “Ez xwendekara beşa tipê bûm, ji bo xwendina xwe bidomînim çûm herêma Cizîrê, lê rastî êrîşên dewleta tirk a dagirker hatim û carek dinê vegeriyam cihê xwe. Niha li Nexweşxaneya Evrînê karê xwe yê tenduristiyê berdewam dikim. Dewleta tirk li Serêkaniyê kiryarên dermirovî dike. Di êrîşên ku ji 9’ê Cotmehê ve dest pê kirîye de 653 birîndar hene. Gelek sîvîlên hedef hatine girtin hîn jî di bin xirabeyan de ne û kes nikare xwe bigihîne wan. Ji bo derxistina birîndaran divê raya giştî hîn zêdetir deng bide. Li gel agirbestê jî êrîş berdewam dikin û welatiyên herêmê nikarin xwe bigihînin birîndaran. Wijdanê mirovahiyê divê ji bo birîndarên Serêkaniyê têkeve tevgerê.” 
 
‘Ekîbên tendirustiyê jî din av de her kes hedefa êrîşan e’
 
Hemişîreya Nexweşxaneya Evrîn ya Efrînê Zerîfe Hemdelo jî got: “Em ekîbên tendirustiyê yên girêdayî Şehbayê ne, em dibêjin ku ev êrîş êrîşa tunekirina mirovahiyê ye. Ew çete ne tiştekî nas nakin. Hemû deverên ewle dagir dikin. Ekîbên tendirustiyê ji her demê zêdetir di van êrîşên dermirovî de zehmetiyan dijîn. Serêkaniyê ji destpêka êrîşan heta niha bê navber hedefa sereke ye û êrîşên giran li ser hene. Ji nava xirabeyan zarokên bedena wan bi çekên kimyewî şewitî derxistin. Hîna gelek birîndar hene ku kes nagihinê û nizanin çi dibe. Herî dawî duh jî du birîndarên Serêkaniyê yên ekîbên tenduristiyê nikaribûn xwe bigihîne wan jiyana xwe ji dest dan. Hevalên me yên tenduristiyê hedef hatine girtin, ambulansên me nikarin tevger bikin. Banga me ji hemû aliyên pêwendîdar re heye ku korîdoreke mirovahî bê vekirin û sivîlên li wir rizgar bikin. Hêzên navneteweyî û saziyên ku bi navê mirovatiyê bang dikin, divê êdî têkevin tevgerê û bê deng nemînin.”
 
‘Di êrîşên Serêkaniyê de heta niha 5 bijîşk hatine qetilkirin’ 
 
Ji Hemşîreya nexweşxaniya Evrîn a Efrînê Rûşîn Reşîd jî têkildarî êrîşên dewleta tirk û xeteriya wê li ser jiyana gelê sivîl de wiha axivî: “Di hemû cîhanê de her karmendeke tendirustiyê melayiketek mirovatiyê ye, lê dagirkeriya dewleta tirk mirovahiyê nas nake.  Li Efrînê jî ev yek kir, niha jî dubare li herêma Cizîrê bi taybetî jî li Serêkaniyê nexweşxaneyan û ekîbên tendirustiyê hedef digirin. Li Serêkaniyê 5 hevalên me yên bijîşk hatin qetilkirin. Li gel vê hemû hovîtiya tê kirin jî car din hevalên me yên ekîbên tenduristiyê bê tirs karê xwe dikin û di her firsendê de hewil didin xwe bigihînin birîndarên di nava xerabeyên Serêkaniyê de asê mane. Li Serêkaniyê nexweşxane, ambûlans, bijîşk û ekîbên tendirustiyê rastî êrîş û topbaranan tên. Dema ku ambûlansek bi çar karmendên tenduristiyê ve hewil da xwe bigihîne welatiyên Serêkaniyê bû hedef û topbaran kirin. Divê kes li hemberî birîndarên Serêkaniyê yên di çemberê de mane bêdeng nemînin. Ev di serî de erka me karmendên tenduristiyê û erka hemû mirovane ku birîndaran ji çembera çeteyan derxînin. Banga min û gotina min a dawî xwegihandina birîndarên Serêkaniyê ye.”