Kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 11:41 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê, 7 kesên di avakirina 7’emîn salvegera HDP’ê de duh hatin binçavkirin, hatin berdan. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li Wanê, bi boneya avakirina 7’emîn salvegera partiya xwe xwest meşekê li dar bixe. Lê polîsan mudaxaleya meşa HDP’iyan kirin û endamê Meclîsa Partiyê Yûnûs Dûrdû, rêveberên partiyê Kerem Kaçmaz, Neslîhan Şedal û 4  kesên navên wan nehatin zanîn binçavirin û birin miduriyeta polîsan. 
 
7 kesên sewqî dozger hatin kirin, piştî îfade dan û kontrola wan a tenduristiyê hat kirin, hatin berdan.