Platforma kampanyaya “ji bo Rojava serî rake” banga tevlîbûnê kir

  • 11:59 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Riseup4rojava (ji bo Rojava serî rake!) ku ji bo hevgirtina Rojava van rojên pêş me wê gelek çalakiyan bike, banga tevlêbûna li kampanyayê kir.
 
Kampanyayeke navnetewî Riseup4Rojava (Ji bo Rojava serî rake!) heta niha li gelek welatan çalakiyên antî-milîtarîst kirin. Riseup4Rojava têkilî çalakiyên ku rojên pêş me wê li dijî êrîşên dewleta tirk a li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin li Enqereyê plana tasfiyekirina Şoreşa Kurdistanê û tasfiyekirina Rojava hatiye danîn, endûstriya çekan a Ewropa, Rûs û Emerîkayê li Rojhilata Navîn bi encama şer her roj karê xwe zêdetir dikin û hate bibîrxistin bi sed hezaran mirov ji hêla dewleta tirk û komên girêdayî wê ve bi darê zorê ji Efrînê hatine derxistin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin komên girêdayî dewleta tirk li gel malbatên wan li herêmê hatine danîn, sembola Efrînê rûnê zeytûnan di ser Tirkiyeyê re difiroşin Spanya û Ewropayê û wiha hate gotin: ''Tiştê ku dewleta Tirk bi ''ewlehiya sînor' qest dike ev e: Paqijiya etnîk û êrîşa çeteyên cîhadî ya li ser xwecihan e. Ne tenê li Efrînê, li çiyayên Kurdistanê û li zindana li dijî van êrîşan û polîtîkayan berxwedaneke mezin tê kirin.''
 
Di daxuyaniyê de hat gotin divê hevkariya leşkerî û dîplomatîk a rejîma AKP-MHP'ê ya bi DYE û welatên Rojava û Ewropayê re were teşîrkirin û hate gotin, ''Li dijî vê hevkariyê divê em berxwedaneke kolektîf bikin. Li Rojhilata Navîn têkoşîna fizîkî ya li dijî cihadiyan divê li dijî polîtîkayên hikûmetên navborî jî eynî demê were kirin. Eger tevgerên demokratîk û şoreşger vê mijarê li medyaya welatên ku lê ne, li kuçe, fabrîka, li odeyên sinifan biryar bidin ku bikin rojev, li dijî faşîzma tirk û emperyalîzma wê li ya Rojhilata Navîn em dikarin eniyeke din ava bikin.
 
Divê em çalakiyên xwe wiha mezin bkin, bikin yek û bînin asteke enternasyonal.  Ji protestoyê divê em derbasî asta berxwedana polîtîk a mayinde bibin. Artêşa Tirk dema ku guleyê diteqîne guleyê NATO dide. Gelên Kurdistanê û Bakur Rojhilatên Sûriyeyê wê bersiva van êrîşan bidin.''
 
Çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava
 
Ji bo piştgirîya bi gelê Rojava em ê van gavan bavêjin:
 
1. Em ê şoreş û deskeftiyên wê biparêzin. Em ê tevlî rêya şoreşa li Kurdistanê bibin ku şerê dîyar li pêşberî faşîzma herî radîkal a di vê demê de heyî dimeşîne û ji bo azadiya jin û civakê têdikoşe. Em vê pêvajoya şoreşê li ser xeta Şoreşa Cotmehê, şerê navxweyî ya Spanya û şoreşa Kubayê dibînin.
 
2. Em ê şîrket û saziyên darayî yên ku alîkarîya leşkerî yan pereyî didin faşîzma Tirk asteng û dagir bikin. Ango kifşkirina rastîya û belavkirina agahîyan, wek çalakîyên mezin û bêîtîatiya sîvîl, hemû beşek ji wê karan in.
 
3. Em hemû sazî, hikûmet û hevalbendîyên bi dewleta faşîst a Tirk re ne rewa hesab dikin. Pêwîst e em hevkarîya wan lêkolîn bikin û berjewendîyên şexsî ku dimeşînin kifş bikin. Dijminên şoreşa li Kurdistan û Sûriyeyê dijminên me ne jî. Em li hemberî siyaseta dagirkerî yên dewletên NATO û Federasyona Rûsya li Rojhilata Navîn derdikevin.
 
4. Em ê nehêlin derewên propagandaya Tirk belav bibin û bi wê rêyê çavkanîya tesîra faşîzma tirk qut bikin. Bi karê lobî û propaganda hewl didin îdeolojiya xwe belav bikin û destek bistînin ji şerê xwe yê gemar re. Em ê li hemberî vê îdeolojîyê şer bikin. Faşîzma Tirk dijminê me teva ye. Yekitîya me enternasyonalîzma dij-faşîst e! 
 
Em bang li hemû çalakger û mîlîtanan dikin ku tevlî kampanyaya #riseup4rojava (Rabin ji Rojava re) bibin!
 
Şoreşa li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bi ser bikeve. Faşîzma Tirk wê bişkê!
 
Bijî Enternasyonalîzma dij-faşîst!''