Ji bo koçberan li Dêrikê kampanyaya alîkariyê dest pê kir
- 13:57 19 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên Dêrikê ji bo welatiyên ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên wê, hatine koçberkirin kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.
Li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê ji bo welatiyên ji ber êrîşên giran ên dewleta tirk û komên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cih û warê xwe bûne kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin. Koçberên berê xwe dane aliyê Dêrikê dê li mizgeft û dibistanan de bên bicîhkirin û dê ji bo wan alîkarî bê kirin.







