Li Til Temirê 7 têkoşer hatin oxirkirin
- 14:12 19 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro bi hezaran şêniyên Til Temirê 7 lehengên berxwedana rûmetê oxir kirin.
Ji 9 Cotmehê ve dewleta tirk û çete êrîşî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dikin û di encamê de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan birîndar hene. Duh tevî ku agirbest hatibû îlankirin jî, lê dewleta tirk û çete êrîşî Serêkaniyê û gundê Um El-Xêr yê girêdayî Zirganê kirin. Di encamê de sivil jiyana xwe ji dest dan û birîndar çêbûn.
Îro bi hezaran malbat û şêniyên Til Temir li Goristana Şehîdên Til Temirê kom bûn û bi merasîmeke girseyî 7 lehengên berxwedana rûmetê ku endamên Hêzên Ewlehiya Hudirîn, Disiplîna Leşkerî û Hêzên QSD'ê de cih digirtin her wiha sivîlek bi navê Izedîn Şêxmûs, oxir kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Tahir Yûnis axivî.
Mihemed Tahir berxwedêr bibîr anîn û wiha got: "Şervanên me hember hêza duyem di NATO yê de li ber xwe didin. Dema ku mirov mezinbûna wê hêzê zanibe dê lehingiya şervanên me hember hovitiya wan nas bike. Berxwedana rûmetê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de tê nivîsandin. Rondikên dayikan hovitiya teror û dagirkeriyê vedibêje."
Piştî axaftinan dayikan bi rondik û tilîliyan xatir ji zarokên xwe xwestin û ew oxir kirin.







