'Divê partiyên Kurdistanî xwedî li Rojava derkevin'

  • 14:38 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVEN NÛÇEYAN - Kongreya 19'emîn a KNK'ê di roja duyemîn de li Hollandayê didome. Di kongreyê de hat diyar kirin ku bi yekîtiya neteweyî dikarin bibin bersiva êrîşan. Her wiha Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç bang li partiyên Kurdistanî kir ku xwedî li Rojava derkevin. 
 
Kongreya 19’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi tevlîbûna nûnerên 50 sazî, dezgeh û rêxistinan li Hollandayê duh dest pê kir. Kongre dê sibêhê bi dawî bibe û rêveberiya xwe ya nû hilbijêre. Di kongreye de li ser gef û êrîşên li dijî Gelê Kurd nîqaş hatin kirin. Hat diyar kirin ku bi yekîtiya neteweyî dikarin bersivê bidin van êrîşên li hemberî kurdan. 
 
'Hestên neteweyî di asta herî bilind de ye' 
 
Hevserokên KNK'ê Nîlufer Koç û Rêbûwar Reşîd êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û li dijî vê yekê banga yekîtiyê kirin. Nilûfer, diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî de kongreyê dikin û wiha got: "Me di vê kongreyê de xeyalên Kurdan pêk anîn. Mîna ku di vê kongreyê de jî tê dîtin hestên neteweyî di asta herî bilind de ne. Her kes bi ruhekî hevpar tevdigerin."
 
'Li dijî êrîşan divê em bibin yek'
 
Nilûfer, destnîşan kir ku ne tenê Kurd, her wiha cîhan bi temamî der barê kurdan de diaxive û wiha axivî: "Dewleta Tirk êrîşî me dike. Kurd hemû divê bibin yek. Ji ber ku meseleya Kurd û Kurdistanî ne tenê meseleya Rojava yan jî Başûre. Meseleya her kesî ye. Êdî bûye meseleyeke dinyayê. Ji ber vê yekê divê em stratejiyekê destnîşan bikin û pêşkêşî her kesî bikin."
 
'Îro ne roja axaftinê ye, roj roja helwestê ye'
 
Di nîqaşên duh pêk hatî de ji Tevgera Jinên Kurd Zeynep Mûrad jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên arteşa tirk û got: "Îro ne dema axaftinê ye û divê li dijî êrîşên dewleta Tirk Kurd helwesteke xurt bên nîşandan."