Cemîla Hemê :Pêwist e korîdorek mirovî were vekirin
- 14:51 19 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Rêveberiya Heyva Sor a Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cemîla Hemê diyar kir ku Artêşa Tirk û komên girêdayî wê ji bo negihiştina birîndaran riya wan asteng kiribûn.
Artêşa Tirk piştî ku lihevkirina agirbestê ya DYA û hikûmeta Tirk, bi balafir û obîsan êrîşî Zirgan û Serêkaniyê kirin, duh gel tevî heyva Sor a Kurdî berê xwe dan Serêkaniyê ji bo ku birîndarên sivîl xelas bikin, lê carek din rastî astengiyê hatin. Rêvberiya Heyva Sor a Kurdî Cemîla Hemê got: "Dewleta Tirk agirbestê binpê dike û rêya xwegihaştina birîndaran asteng dike."
'Sivîl tên qetilkirin'
Cemîleyê bi lêv kir ku sivîl ji aliyê artêşa tirk û komên girêdayî wê tên qetilkirin û wiha domand: "Sivîl ji aliyê artêşa tirk a dagirker tên hedefgirtin. Niha jî ji bo ku em xwe bigihînin sivîlên ku birîndar bûne rêka me asteng dikin, duh me nikarîbû vegeriyan Til Temirê ji ber ku em rastî hedefgirtinê hatin."
'Pêwist e korîdorek mirovî were vekirin'
Cemîlayê diyar kir ku pêwist e ew xwe bighînin birîndaran û wiha dewam kir: "Em bangawazî dikin da ku korîdorek mirovî were vikirin em bikaribin sivîlên birîndar tedawî bikin. Yên berpirsiyar dewletên Navnetewî ne ku nahêlin em xwe bighînin birîndaran û wan tedawî bikin. Karê me karekî wicdanî, mirovî û exlaqî ye. Astengkirina xebatê me wehşiyeta dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê diyar dike, li beramberî van kiryaran pêwist e ceza ji bo dagirkeran were xwestin."
Cemîlayê di dawiya axfatina xwe de bangawazî kir da ku korîdora mirovî were vekirin û wiha got: "Bangewazî dikim ji bo ku korîdorek mirovî were vekirin. Jin, zarok, kal û pîr hewar dikin. Pêwist e em xwe bigihînin van sivîlan û bi karê xwe yê wicdanî rabin."







