Li Şengalê ji bo Rojava seferberiya alîkariyê hat destpêkirin

  • 15:25 19 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Şengalê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketin nava seferberiya alîkariyê. Alîkariya ku hat kom kirin radestî Meclîsa Gel hat kirin. 
 
Ji ber êrîşên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran mirov ji malên xwe hatin derxistin û koçber bûn. Bi sedan sivîl di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Şêniyên Şengalê ji bo ku alîkariyê bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê alîkariyê kom dikin. Alîkariya ku li bajaroka Xanesorê hat komkirin radestî Meclîsa Gel hat kirin.
 
Hat diyar kirin ku li ser daxwaza gel ev pêngava alîkariyê hatiye destpêkirin. Kesên ku alîkariyê dişînin jî wiha gotin: "Weke civaka Êzidî yên li Şengalê êşa wan û êşa gelê Rojava yek in. Heta ji destê me bê em ê alîkariya Gelê Rojava bikin."
 
Her wiha ji bilî Xanesorê li bajarokên Sinûnê, Borik û gelek gundên Şengalê jî alîkarî tê komkirin.