Li Enqerê mudaxaleyî daxuyaniya HDP’ê kirin
- 16:38 19 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - HDP’iyan xwestin li dijî qedexekirina mîtîngê ya li Enqerê, daxuyanî bidin çapemeniyê û lê rastî mudaxaleya polîsan hatin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê, xwest li ber avahiya partiyê daxuyanî bide çapemeniyê û diyar bike ku Walîtiya Enqerê mîtînga wan a “Ji bo demokrasiyê em bên gel hev” qedexe kiriye. Lê polîsên ku di saetên serê sibê de avahiya partiyê dorpêç kiribûn, nasnameya endamên partiyê û rojnamegerên hatin avahiyê di GBT’ê re derbas kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP’ê berî daxuyaniyê hatin ber avahiya partiyê. Polîsan jî derdora wan girtin.Polîsên ku bi parlementeran re hevdîtin kirin, dan zanîn ku ew ê destûr nedin daxuyaniyê. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dest bi axaftinê kir. Çawan ku Sezaî dest bi axaftinê kir, polîsan mudaxale kirin.
Polîsan bi gaza îsotê û mertalan HDP’î dehf dan û xistin avahiya partiyê. HDP’iyan mudaxaleya polîsan şermezar krin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.







